Seferberiya ji bo Kurdî

În 26 Sibat 2021 - 01:15

  • Zuhal Tekîner: Em jî bi rêxistinên sivîl ên civakî, partiyên siyasî û komeleyan re ji bo ziman hatin cem hev. Me xwest li ser ziman yekîtiyekê bidin avakirin. Ji ber ku zimanê me hatiye ber nemanê. Xebata me wê di demeke kin de bigîhîje milyonan.

Di çarçoveya kampanyaya îmzeyê ya ku Komîsyona Ziman a 21’ê Sibatê ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê da destpêkirin, li ser înternetê di 3 rojan de bêhtirî 6 hezar îmzeyan hatin komkirin.

Kampanyaya îmzeyan ya Komîsyona Ziman a 21’ê Sibatê, ya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî, 22’ê Sibatê bi armanca Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dest pê kir. Endama Sekreterya Tora Ziman û Çanda Kurdî Zûhal Tekîner û Mamosteyê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Mûrat Bîlgîç xwestin xelk beşdarî kampanyayê bibe.

Zûhal Tekîner bi bîr xist ku weke Tora Ziman û Çanda Kurdî ew ji 300 nûnerên komeleyan, nivîskar, zimanzanan pêk tên û Platforma Zimanê Kurdî ku ji 9 partiyên siyasî pêk tê. Û wan herduyan bi hev re dest bi vê kampanyayê kiriye.  Tekîner got, armanca kampanyayê ew e ku daxwaza fermîbûna Kurdî û weke zimanê perwerdehiyê bikaranînan wî bidin bihîstin.
 
Ji bo ziman yekîtî

Zuhal Tekîner da zanîn ku bi kampanyayê dixwazin astengiyên li pêiya Kurdî yên bi polîtîkayên zext û înkarkirinê ji holê rakin: “Kurdî demekê li vî welatî hat qedexekirin. Heta niha jî li Meclîsê weke ‘zimanê nayê zanîn’ tê pênasekirin. Nêzîkatiyeke wisa li dijî zimanê me heye, ev zimanê me bêparastin dihêle û wê di salên pêş de jî zimanê me bikuje. Em jî bi rêxistinên sivîl ên civakî, partiyên siyasî û komeleyan re ji bo ziman hatin cem hev. Me xwest li ser ziman yekîtiyekê bidin avakirin. Ji ber ku zimanê me hatiye ber nemanê. Li dinyayê, serê du hefteyan herî kêm zimanek tine dibe. Daxwazên gel jî di vê mijarê de hebûn. Me xwest bi vê hewldanê li dijî qedexeyan girîngîya ziman bidin nîşan.” 

Zuhal Tekîner got, bi tevlîbûna partiyên siyasî kampanya xurttir bûye, belav dibe û wiha dewam kir: “Em bi partiyan re xebateke bikordîne bi rê ve dibin. Em her carê bang li partiyên siyasî dikin da ku siyaseta xwe bi Kurdî bikin.”

Wê bigihîje milyonan

Zuhal Tekîner da zanîn ku wan di nava sê rojan de li ser înternetê 6 hezar îmze berhev kirine û wiha peyivî: “Mirov bi riya partiyên siyasî û rêveberên platformê jî dikarin îmzeyên xwe deynin bin metna kampanyayê. Xebata me wê di demeke kin de bigîhîje milyonan. Em bang li her kesî dikin da ku li derdora kampanyaya îmzeyê bibin yek.”

Mamosteyê MED-DER’ê Mûrat Bîlgîç jî diyar kir ku bi salan e êrişên dewleta li dijî Kurdî  dewam dikin: “Daxwaza Kurdan hemûyan a ‘êdî bila zimanê Kurdî bibe xwedî statuyek û bibe zimanê perwerdehiyê’ heye. Ev kampanya ne tenê ya rêveberan e ya gelê Kurd û dostên wî ne. Kî bixwaze ji bo gelê Kurd û ji bo Kurdî tiştekê bike, bila kerem bike were. Bila werin daxwaza Kurdan a sedsalan em li ser ziman tacîdar bikin. Armanca me ew e ku bi milyonan îmze bikin. Divê Kurd hemû vê kampanyayê weke pêywîrekê bibînin û xebatê bi rê ve bibin.” 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.