Sefera qirkirina çanda Kurdî

Duşem 27 Hezîran 2022 - 22:12

  • Dewleta Tirk bi navê lêpirsînê, sefereke nû da destpêkirin ji bo ku xebatên çand û hunerê Kurdî asteng bike, qirkirina çandî û siyasî jî pê re bibe serî. Yanî piştî sefera li dijî çapemeniya azad, sefera li dijî çand û hunerê Kurdî da destpêkirin.

Polêsan serê sibehê li Edeneyê bi ser Komeleya Çandê ya Binevşê û gelek malan de girt. Hêzên dewleta Tirk hevserokên HDP’a Edeneyê Helîn Kaya û Mehmet Karakiş û 34 kesên din kirin nezaretê. Elaqedarî heman êrişa dewleta Tirk, hêzê dagirkeirya Tirk li Amedê jî bi ser Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê de girt û 3 kes kirin nezaretê. Dewleta Tirk piştî êrişa li dijî çapemeniya azad a 8´ê Hezîranê, niha jî berê xwe da çand û hunerê Kurdan û dixwaze qirkirina Kurdan wiha bibe serî. 

Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê di çarçoveya lêpirsîna derheqê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de biryara kirina nezaretê ya 38 kesan li Edenê da. Polîsan doh sibehê di çarçoveya vê êrişa qirker a bi rengê lêpirsînê de bi ser Navenda Çandê ya Binevşê û gelek malên li Edene, Mêrsîn, Amed û Mêrdînê de girt. Hat zanîn ku polêsan di dema serdegirtinan de deriyên avahiyan şikandiye û li welatiyan xistiye. 

Hêzên dewleta Tirk li Edene, Mêrsîn û Amedê ev kesên li jêr û du kesên navên wan nehatin zanîn, kirin nezaretê: Hevserokên rêxistina Edenê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Helîn Kaya û Mehmet Karakiş, endamên Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Abdurrahman Oral û Ahmet Yildiz, Hevberdevkên DBP’ê yên Herêma Çukurovayê Şîlan Turga û Enver Guler, Cihgira Serokê Şaredariya Seyhanê Funda Buyruk û xebatkarên Navenda Çandê ya Binevşê Îlyas Arzu, Mûrat Gurbuz, Suat Ekîn û Jiyan Savci, Rêveberê HDP’a Edeneyê Ahmet Akdogan, Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Mazlum Gok, aktîvîstên TJA’yê Emetullah Akçaray û Sever Uzun, Hevseroka Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Akdenîzê (AYKAY-DER) Suphiye Bayav û Jiyan Aslan, Mahsum Uzun, Zîlan Çîçek, Mehmet Sarûhan, Hayrettîn Oz, Mehmet Saît Dîkmen, Vakkas Durgut, Evîn Ozbay, Dîlan Yîgît, Gulbahar Akman, Yaşar Akman, Mehmet Solmaz, Bedrî Şengul, Zîlan Taş, Ayşe Solmaz, Mehmet Aykut, Ramazan Demîrhan, Serokê Komeleya Çand û Huner a Mezopotamyayê Abdullah Ayav. 

Êşkence kirin û du serûbinîhev kirin

Piştî ku serûbinîhevkirina Komeleya Çand û Huner a Binevşê bi dawî bû, hêzên dewleta Tirk odeya Cihgira Şaredarê Seyhanê Fûnda Buyruk a li şaredariyê serûbinîhev kir. Kesên kirin nezaretê birin Midûriyeta polêsan a Edeneyê. Yek ji kesên ku dozgeriyê biryara kirina wê ya nezaretê daye, lê hîna nehatiye girtin, aktîvîsta TJA’yê Zana Çoban e. Polêsan bi ser mala Çoban a li Mêrsînê de ji ber wê girt. 

Tevî ku Zana Çoban ne li malêbû jî, polêsên Tirk bi ser mala Nafiye Çoban de girt. Di dema serdegirtinê de çêr û heqaret li malbata Çoban hatin kirin. Polêsan li Nafiye Çoban xist. Têkildarî serdegirtinê Çoban got, “Di dema serdegirtinê de min ji wan re got, Zana ne li malê ye. Lê belê bi darê zorê ketin hundir. Ewilî du polês ketin hundir. Piştî ku dîtin Zana ne li mal e, bangî polêsên TEM’ê kirin. Li her deverê geriyan û amûrên me şikandin. Dema eşya şikandin, min êdî hew xwe dît. Min xwest ku neşikînin. Kamereya polêsan derxistin û li gel ku min got nexweş im jî bi ser min de hatin. Polêsekî kulmek li min da û ji ser hişê xwe çûm. Ez ê giliyê wan bikim. Ez ê miracaetî ÎHD’ê jî bikim.”

Tevî ku navnîşana Zana Çoban ne li wir bû û biryara lêgerînê nebû jî, polêsên Tirk bi ser mala bapîrê wê ya sê qatî de girt û her dever serûbinî hev kir. 

Li Amedê jî dijminhiya li çanda Kurdî

Di çarçoveya heman êrişa qirkirinê ya bi navê lêpirsîna dozgeriyê de li Amedê jî hêzên dagirkeirya Tirk 3 kes kirin nezaretê. Polêsan her wiha avête ser Komeleya Çand û Huner a Dîcleyê.

Polêsên Tirk di dema serdegirtinê de deriyên derve û hundir ên avahiyê şikandin û her tişt serûbinîhev kir. Hard dîskeke komeleyê, kompûterek, laptopek, pirtûk û ewraqên li komeleyê jî desteser kirin.

Di çarçoveya vê êrişê de dagirkeran li Amedê Mehmet Sarûhan, Îlyas Arzû û Emetullah Akçaray xist nezaretê.

EDENE/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.