Sedr hilbijartinê dixwaze
Pêncşem 25 Tebax 2022 - 22:18
- “Dixwazin hikûmetekê ji bo armanca temamkirina firotina tişta li Iraqê maye, ava bikin.”
Nûnerê Serokê Tevgera Sedr, Muqteda el Sedrî, Salih Mihemed Iraqî hişk niyeta avakirina hikûmeta nû red kir:
“Dixwazin hikûmetekê ji bo armanca temamkirina firotina tişta li Iraqê maye, ava bikin.”
Salih Mihemed Iraqî têkildarî rewşa siyasî ya Iraqê peyamek da û got: “Parlamenê nekariye erka xwe pêk bîne. Desthilata Dadweriyê ji tirsan yan jî temayiyê gendelî paşguh kiriye, belge û diziya deng û dîmen paşguh kiriye.
Ew aliyên ku tenê xema wan bihêzkirina cihê xwe ye, ji hezkirina nîştimanê dûr in û hest bi fikarên xelkê nakin.
Ew heqaretê li daxwazên reformê dikin, ji ber ku dixwazin hikûmeteke ji bo temamkirina firotina tişta li Iraqê maye, ava bikin. Sermiyana wê talan bikin û tişta ku hema niha radest nekirine, radest bikin.”
Tevî ku di ser hilbijartina pêşxwest a Parlamena Iraqê re 10 meh derbas bûne jî hîna ji ber nakokiyên siyasî yên di navbera aliyan de, ne serokkomar bê hilbijartin û ne jî hikûmeta nû bê avakirin.
BEXDA