- Li ser banga serokê Tevgera Sedr, Muqteda el-Sedr li herêma Medîna ya Sedr a Bexdayê, nimêja Înê ya girseyî hate kirin.
Li ser banga serokê Tevgera Sedr, Muqteda el-Sedr li herêma Medîna ya Sedr a Bexdayê, nimêja Înê ya girseyî hate kirin. Sedr di peyama xwe de got; “Aliyên dixwazin hikûmetê pêk bînin, divê girêdayî biryara derxistina dagirkeran bin.”
Piştî daxwaza Muqteda Sedr bi sed hezaran Iraqî ji bajar û navçeyên Iraqê çûn Meydana Sedr a li bajarê Sedr ê ser bi Bexsayê. Li gorî gotina Hakim Zamlî herî kêm milyonek kes tevlî nimêjê bûne.
Muqteda El Sedr bi xwe tevlî nimêja Înê nebû, lê nûnerê xwe şand.
Di nimêja înê de peyama Sedr ji aliyê Mehmud Ceyaş ve hate xwendin. Di peyamê de Sedr got, “Ez naxwazim komkujiyên qewimîne, dubare bibin û divê siyaseteke wisan were meşandin ku ev komkujî careke din dubare nebin.
Heger hûn bixwazin hikûmetê ava bikin, wê demê girêdayî biryara derxistina dagirkeran bin. Gava yekemîn ya aliyên dixwazin hikûmetê ava bikin ew e ku dest bavêjin gendelkaran. Divê her koma çekdar wer hilweşandin, divê Heşdî Şeebî jî ji nû ve were birêxistinkirin û ji destwerdana derve dûr be.”
Sedr di peyama xwe de bal bire ser namzetiya ji bo serokwezîrtiya Iraqê û got; “Ez naxwazim careke din kesên berê vegerin û karesata kevin dubare bibe.”
BEXDA