Zanyarên li Zanîngeha Cambridge derbarê mirina bestekarê Elman, Ludwig van Beethoven de agahiyên nû parve kirin. Zanyaran ji bo sedema mirina Beethoven baş eşkere bikin, li ser tayên porê wî xebitîn. Wan nexasim di warê genetîkê de lêkolînek bire serî û ji pênc çavkaniyên cuda sûd wergirtin. Ev her pênc çavkanî jî lêkolînên li ser tayê porê Beethoven bûn. Encamên van çavkaniyan agahiyên derbarê tendûristiya Beethoven de sererast kirin.
Beethoven di 20 saliya xwe de, ango di sala 1818’an de kerr bû û pê re jî hin nexweşiyên din lê peyda bûn. Her wiha pişa wî ya reş jî ne baş bû û zanyaran çespand ku ew bi Hepatît B’yê ketiye. Sedema mirina wî jî kezeba wî yanî nexweşiya pişa reş bi xwe bûye.
Zanyaran di daxuyaniya xwe de ragihandin ku wan li nîşeyên ku Beethoven girtine nihêrîne û gotin; “Di nîşeyên wî de derdikeve holê ku wî pirr eraq vexwariye. Di sala 1821’ê de ji ber nexweşiya pişa reş zerikî jî dibe. Dema ew di 56 saliya xwe de wefat dike, sedema mirina wî sîroz tê nîşandan.”
Beethoven yek ji wan bestekarên herî navdar ê dinyayê ye. Di sala 1770’yî de li bajarê Bonnê yê Elmanyayê tê dinyayê. Di sala 1827’an de jî li Viyanayê wefat dike.
NAVENDA NÛÇEYAN