Ji 18’ê mehê ve dibin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de li Sîba Şêx Xidir dest bi vekirina hinek gorên komî hate kirin. Li Sîba’yê 9 gorên komî hene. Ji 89 gorên komî yên li Şengalê hatine dîtin, heya niha 46 gor hatine vekirin.
Berpirsê Fewca Laleş ya Heşdî Şebî Xal Elî têkildarî vekirina gorên komî, siyaseta li ser Êzîdiyan û naskirina jenosîdê axivî.
Xal Elî diyar kir ku gelek welat qirkirina Êzîdiyan naskiriye û got:“Gelek welatên ji Iraqê mezintir jenosîdê qebûl kirine. Di dawiya dawî de wê Iraq jî vê qebûl bike. Sedema ne qebûlkirina Iraqê ya jenosîdê, destwerdanên siyasî ye. Em weke civaka Êzîdî ji bîr nakin, PDK û Iraqê em firotin çeteyên DAIŞ’ê.”
Li ser şêwazê vekirina gorên komî jî Xal Elî rexne li Iraqê girt û got:“Raste îro Ferîqê Wetenî hatiye van gorên komîn vedikin, lê gelê me hemû mesrefa wê didin. Eger ne ji gelê me baya, nedihatin van gorên komî venedikirin. Pêwîste em weke civaka Êzîdî bizanin yên bûne sedema van şahadetan kîne? Pêwîste em berpirsên van gorên komî nas bikin. Eger di roja îro de zordariyê li ser her tiştê me bikin, em ê nekarin hesabê vê yekê ji wan bixwazin. Tekane rêya hesab xwestinê yekbûna fikir, îrade û biryare.” Berpirsê Fewca Laleş Xal Elî di dawiya axaftina xwede banga vegerê li koçberên Êzîdî kir û got:“Pêwîste Êzidî vegerin ser fikir, bîr û baweriya kevnar, ji ber em Ezîdî ne.”
ROJNEWS/ŞENGAL