Şedadê şehîdê xwe spart axê
În 12 Tebax 2022 - 21:27
- Xelk li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê kom bû û bi karwanekî ji dehan erebeyan ber bi goristana şehîdan a navçeya Şedadê ve bi rê ketin.
Xelkê navçeya Şedadê û gundên wê, cenazeyê şervan Elî Casim El Mislet ê ku dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî di êrişa balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirk de şehîd bûbû, li goristana şehîdan a navçeyê spart axê.
Xelk li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê kom bû û bi karwanekî ji dehan erebeyan ber bi goristana şehîdan a navçeya Şedadê ve bi rê ketin.
Li goristanê, şervanên Erka Xweparastinê merasîmeke leşkerî kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulmecîd Ebdullah sersaxî da malbata şehîdî û got, “Şehîdên me di oxira azadî û rûmeta gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xwe feda kirin. Şehîd fermandarên me ne, em fedekariyên wan ji bîr nakin. Em soz didin ku heta pêkanîna serketinê em ê li ser şopa wan bin.”
Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulhemîd Hesekê jî got, “Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek û bi armanca têkbirina aramî û îstiqrara herêmê, her wiha ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser, sivîl û leşkerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire. Lê ev rêbaz dê israra berxwedan û serketinê ya şervanên QSD`ê kêm neke.”
Piştre wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
ANHA/HESEKÊ