- Hunermendê Êzîdî Sebrî Qasim ê ku di nava civaka Êzîdî de weke Sebrî Şengalî dihate naskirin, pêr bi şev kiras guhert.
ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS/ŞENGAL
Hunermendê Êzîdî Sebrî Qasim ê ku di nava civaka Êzîdî de weke Sebrî Şengalî dihate naskirin, pêr bi şev kiras guhert. Cenazeyê Sebrî Şengalî li Goristana Şerefdîn a li Çiyayê Şengalê hat veşartin.
Sebrî Şengalî li komelgeha Borik a Şengalê ji dayîk bûbû û bavê 6 zarokan bû. Sebrî hîna ciwan, dest bi gotina stranan kiriye.
Pêr bi şev Sebrî Şengalî nexweş ket û piştî kontrolên li nexweşxaneya Dihokê, gava vegeriya malê kiras guhert.
Cenazeyê Sebrî Şengalî doh li Goristana Şerefdînê bi amadebûna xelkê Şengal û hevalên wî yên hunermend, spartin axê.