HPG’ê şehîdên Zapê bi rêzdarî bi bîr anîn û got, ”Em soza xwe dubare dikin; armanca wan ku Rêberê azad û Kurdistana azad e, bi ser bixînin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û tê de şehîdên herêma Zapê yên Tîrmeha 2017’an bi bîr anîn.
HPG’ê got, ”Tîrmeha 2017’an li herêma Zapê di bombardûmana artêşa Tirk a dagirker de hevrêyên me Sîpan, Savûşka û Munzur şehîd bûn ku her kêliya têkoşînê bi ruhê fedayî yê Berxwedana Zindanan a Mezin a 14’ê Tîrmehê derbas dikirin. Em hevrêyên xwe yên fedayî di salvegera şehadeta wan de bi rêz û minet bi bîr tînin.”
HPG’ê nasnameyên şehîdan wiha eşkere kirin:
- Sîpan Mûş (Selahattîn Efe) ê li navçeya Kopê ya ser bi Mûşê hatiye dinê; kurê Vesîle û Nîzamettîn; Tîrmeha 2017’an li Zapê şehîd bû.
- Savûşka Devrîm (Yasemîn Yanar) a li Amedê hatiye dinê; keça Cevahîr û Şukru; Tîrmeha 2017’an li Zapê şehîd bû.
- Munzur Çiyager (Abdûrrahman Balicak) ê li sirnexê hatiye dinê; kurê Keser û Omer; Tîrmeha 2017’an li Zapê şehîd bû.
HPG’ê xisletên her sê şehîdên hêzên xwe yên taybet wiha dan nasîn: ”Hevrêyê me Sîpan ku bi ciwanî tevlî nava têkoşînê bû, bi enerjî û dînamîzma ciwantiyê di nava têkoşînê de qet ranewestiya. Di asta fermandariyê de li gelek herêmên Bakurê Kurdistanê gerîlatî kir. Parêzvanekî xurt ê pîvan û feraseta jiyana komunal a partiya me PKK’ê bû û her hevalekî ku ji aliyê wî ve hate perwerdekirin bû tirsa dilê dewleta Tirk. Hevrêyê me Sîpan yek ji fermandarên fedayî yên nayê jibîrkirin ên rêxistiniya me ya Hêzên Taybet bû.
Hevrêya me Savûşka dema ku tevlî nava refên gerîla bû, bi sekna xwe ya têgihiştî bal kişand ser xwe. Hevrêya me Savûşka gihîşt wê baweriyê ku asta îdeolojîk û leşkerî tenê bi tevlîbûna li xeta fedayîtiyê dikare bersiv jê re bê dayin û tevlî rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Bi têgihiştina ku fedayîtî sekneke jiyanê ye, bi her kêliya xwe, bi mîrateya xwe ya têkoşînê û sekna xwe ya milîtan ji bo hevrêyên xwe hemûyan bû mînak.
Hevrêyê me Munzur li nava refên gerîla di demeke kurt de xwe da pêş û bû milîtanekî pêşeng. Di têkiliyên hevrêtiyê de tevî nêzîkatiyên dilnizm û ji dil, bi sekna xwe ya parastina jiyana rêxistinê bû milîtanekî pêşeng. Hevrêyê me Munzur bû yek ji nûnerên ruhê fedayî yê rêxistiniya me ya Hêzên Taybet.”
BEHDÎNAN