Sê şehîdên Herekolê

Yekşem 27 Adar 2022 - 22:42

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê gerîla Nûda, Kendal û Garzan bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê gerîla Nûda, Kendal û Garzan bi bîr anî. Hersê gerîla jî Îlona 2021'ê li Herekolê di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn. 

HPG´ê got, "18'ê Îlona 2021'ê li devera Navser a Herekolê, di êrişên artêşa Tirk a dagirker de hevrêyên me Nûda, Kendal û Garzan şehîd bûn. Li dijî êrişên dijmin, hevrêyên me Nûda, Kendal û Garzan ji bo bersivê bidin, bi ked û biryardariyeke mezin çûn herêma Botanê. Bi rola xwe ya dîrokî têkoşiyan û bi vê sekna xwe tevlî karwanê şehîdan bûn. Wezîfeya şoreşgerî ya van hevrêyên me ji me re hiştiye, bi dilsoziya bi têkoşîn, sekn û bîranînên wan, em ê bi cih bînin."

HPG´ê ji bo şehîd Nûda Sumbul got, "Hevrêya me Nûda sala 2013'an tevlî nava refên gerîla bû û rêbaza herî rast a têkoşînê nîşan da.

Wê navê metka xwe li xwe kir ya ku sala 2011'an li Geliyê Tiyarê şehîd bûbû, û çeka wê hilda. Di her kêliya jiyana gerîla de hem kete bin bandora hevrêtiya PKK'ê hem jî bandor li hevrêyên xwe kir. Hevrêya me Nûda rêbaza kar a hevgirtina fikir û çalakiyê ya Rêber Apo ji xwe re kir esas. Hevrêya me Nûda li Zagros, Zap û gelek herêmên Başûrê Kurdistanê gerîlatî kir, li Botanê bi gelê Botanê re li dijî dijminê qirker têkoşiya û bû gerîlayeke YJA Starê ya şareza."

Pîlanên dijmin têk birin

HPG´ê ji bo şehîd Kendal Azad got, "Hevrêyê me Kendal ji malbateke bi eslê xwe ji Cizîrê li Hezexê ji dayik bû. Sala 2009'an di dema herî giran a têkoşînê de tevlî nava refên gerîla bû û bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar li pêş bû. Hevrêyê me Kendal li Xinêrê û Xakurkê demeke dirêj gerîlatî kir û di nava vê demê de ji aliyê şer û taktîka gerîla ve bû xwedî tecrûbeyên girîng. Bi taybetî li herêma Xakurkê, tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû, hêrsa xwe ya li dijî dijmin di serxistina çalakiyan de nîşan da. Hevrêyê me Kendal timî dixwest li xaka lê ji dayik bûye, li Botanê gerîlatiyê bike û ji bo vê jî timî pêşniyaz dikir. Bi bawerî û biryardariya serxistina meşa Botanê, bi kelecaneke mezin dest bi vê meşê kir û di vê oxirê de fedakarî kir, ked da. Di gerîlatiya Botanê de ku nêzî 7 salan dewam kir, li her devera Botanê gerîlatî kir, bû xwedî tecrûbeyeke mezin a şer û bû fermandarekî pêşeng. Di bin fermandariya wî de li dijî dijmin gelek çalakî hatin lidarxistin û planên dijmin ên ji bo bêgerîlathiştina Botanê, têk bir."

HPG´ê ji bo şehîd Garzan Sason jî got, "Malbata hevrêyê me Garzan bi eslê xwe ji Êlihê ye, ji ber zextên dijmin ji neçarî koçî metropolên Tirk kir û li Stenbolê ji dayik bû. Li herêma Garzanê 15 hevrêyên me şehîd bûn, di nava vê komê de 2 xizmên hevrêyê ma Garzan jî hebûn. Sala 2015'an hevrêyê me tevlî nava refên gerîla bû û bersiva ciwanên Kurd da dijmin. Demeke kurt li Garzanê ma û piştre çû Başûrê Kurdistanê. Bi taybetî di şerê Ertûş, Qela Bedewê û Xeregolê de bi rola milîtaniya pêşeng rabû û beşdarî gelek çalakiyan bû. Her tim dixwest biçe Bakurê Kurdistanê. Hevrêyê me Garzan li ser vê bingehê çû herêma Herekolê, ji bo Şerê Gel ê Şoreşgerî li tevahiya Bakurê Kurdistanê belav bibe û dijmin bê têkbirin, gelekî hewl da."

HPG´lê nasnameya şehîdên Herekolê wiha eşkere kir: 

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

* Nûda Sumbul (Evîn Arslan) a li Colemêrgê ji dayik bûye, keça Necîbe û Xelîl, 18'ê Îlona 2021´ê li Herekolê şehîd bû.

* Kendal Azad (Mazlûm Mat) ê li Şirnexê ji dayik bûye, kurê Selamet û Mehmet Naîm, 18'ê Îlona 2021´ê li Herekolê şehîd bû.


* Garzan Sason (Kûbîlay Acet) ê li Stenbolê ji dayik bûye, kurê Gulten û Mehmet Can, 18'ê Îlona 2021´ê li Herekolê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.