Sê şehîdên fedaî yên Zê

Pêncşem 2 Hezîran 2022 - 03:25

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Zê (Zapê) şehîd bûn, eşkere kir û soz da ku tola şehîd "Cûmalî, Tolhildan û Hawar û hemû şehîdên şoreşê" hilîne û armancên wan pêk bîne. Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê nasnameyên her sê gerîlayanwiha eşkere kir:

“Li qada berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Zapê, ku êrişên dijmin ên dagirkeriyê lê giran in, hevrêyên me Cûmalî, Tolhildan û Hawar ên di nava tîmên bi tevger de bûn, hîn di kêliya destpêkê ya êrişê de derbên giran li dijmin xistin. Van hevrêyên me nîşan dan ku berxwedan wê bi rengê fedaî be û Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş dan destpêkirin. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrêyên xwe Cûmalî, Tolhildan û Hawar bi biryardarî bi ser bixînin.

Gelek êriş birin ser dijmin

HPG´ê ji bo şehîd Cûmalî Dewran got, "Hevrêyê me Cûmalî ji malbateke Pirsûsî li Edeneyê ji dayik bû. Sala 2015’an li welatê me şer giran bû, ew jî tevlî nava refên gerîla bû û bi saya jêhatîbûna xwe bi lez hînî jiyana gerîla bû. Piştî şerekî demdirêj ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê ew çû herêma Metînayê û li vê derê bi erka fermandariya tîmê rabû. Bi bandora berxwedana destanî ya fermandarê me yê fedaî hevrê Cûmalî Çorûm ku sala 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, hevrêyê me Cûmalî jî ket nava Hêzên Taybet û navê Cûmalî li xwe kir. 26’ê Gulana 2022’an li qada berxwedanê ya Girê Cûdî êriş bir ser dijmin. Tevlî gelek çalakiyan bû. Bi ruhê êrişê bû milîtanekî Apoyî yê mînak."

Heta nefesa dawî şer kir

HPG´ê wiha behsa şehîd Tolhildan Karker kir: "Hevrêyê me Tolhildan li Mêrdînê ji dayik bû. Li Amedê mezin bû. Bi bandora şehadeta hevrê Cûma Ewênî ku fermandarê me yê eyaleta Mêrdînê û di heman demê de xalê wî bû, hevrêyê me Tolhildan sala 2019’an di Newroza Amedê de biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Li hemberî zilma dijmin a ku li Kurdistanê li ser gelê me, ji bo ku li ser vê rêyê bibe peyrewê Egîd, Zîlan, Doga û Zinaran tevlî nav Hêzên Taybet bû. Di 25’ê Nîsanê de dema ku dijmin êrişî Girê Cûdî kir, ew jî di nav tîma gerîla de bû ya ku derbên giran li dijmin dan.  Heval Tolhildan heta nefesa xwe ya dawîn şer kir."

Tevlî nav Hêzên Taybet bû

HPG´ê ji bo şehîd Hawar Qamişlo jî got, "Hevrê Hawar li Qamişloyê ji dayik bû. Ew sala 2016’an tevlî nav refên gerîlayan bû. Di jiyana çiyê de di warê fîzîkî de zehmetî kişandibe jî van zehmetiyan ew nedaye sekinandin.  Hevrê Hawar tevlî nav Hêzên Taybet bû. Dema ku dijmin êrişî Zê, Avaşîn û Metînayê kir, ew jî tevlî nav Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş bû. Li ser vî esasî bi qehremanî şer kir û şehîd bû.”

Nasnameyên şehîdan weke li jêr e:

- Cûmalî Dewran (Îbrahîm Dînçer) ê li Edene ji dayik bûye, kurê Kamîle û Huseyîn, 26’ê Gulana 2022´yan li Zê şehîd bû.

- Tolhildan Karker (Mehmet Aylû) yê li Mêrdînê ji dayik bûye, kurê Milkiye û Salih, 25’ê Gulana 2022´yan li Zê şehîd bû.

- Hawar Qamişlo (Menaf Alî Îsmaîl) ê li Qamişloyê ji dayik bûye, kurê Mîhat û Elî,25’ê Gulana 2022´yan li Zê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.