- HPG’ê 3 gerîlayên sala 2015’an li herêma Cîlo şehîd bûbûn, bi bîr anîn û got, “Em soza xwe dubare dikin ku bi mezinkirina têkoşînê, em ê xwedî li bibîranîna şehîdên xwe yên leheng derkevin.”
HPG’ê 3 gerîlayên sala 2015’an li herêma Cîlo şehîd bûbûn, bi bîr anîn û got, “Em soza xwe dubare dikin ku bi mezinkirina têkoşînê, em ê xwedî li bibîranîna şehîdên xwe yên leheng derkevin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê got, “13’ê Cotmeha 2015’an li dijî leşkerên dijmin ên li ser Girê Şehîd Azîz ê li herêma Cîlo çalakiyeke serketî hate lidarxistin. Piştî vê çalakiyê di dema vekişînê de ji ber bombardûmanê hevrêyên me Amed, Bahoz û Brûsk şehîd bûn.”
HPG’ê ji bo şehîd Amed Rojhilat got, “Hevrêyê me Amed sala 2007’an tevlî nava refên gerîla bû. Wî di tevahiya jiyanê de hebûna xwe li ser kedê ava kir, her kêlî bi ked û têkoşînê derbas kir. Hevrêyê me Amed çanda Kurd a kevnar û felsefeya jiyana Apoyî bi hostatiyeke mezin gihand hev û li qada têkoşînê bi cih anî. Li eniya berxwedanê bi performansa xwe bû milîtanekî pêşeng ê Apoyî. Li gelek herêmên Kurdistanê ked da û her tim li refên herî pêş pêşengî ji berxwedanê re kir.”
Ji bi şehîd Bahoz Çatak, HPG’ê got, “Hevrêyê me Bahoz li navçeya Şaxê ya Wanê ji dayik bû. Wî sala 2013’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Bahoz ji bo bibe milîtanekî Apoyî yê fedayî û şareza kedeke mezin da. Di demeke kurt de weke gerîlayekî şareza li qada şer bi bandor bû. Bi perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî jî xwe bêhtir xurt kir û ev yek li qada pratîkê bi hostatî nîşan da. Wî kîna xwe ya li dijî dijmin bi performansa serketî ya li eniya berxwedanê bi lêdana derbên giran nîşanî dagirkeran da.”
HPG’ê ji bo Brûsk Armanc jî got, “Hevrêyê me Brûsk sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû. Piştî pêvajoya perwerdeyê xwest biçe qadên herî zehmet ên Zagrosan û ji bo vê jî israr kir. Hevrêyê me Brûsk ku bi kedeke mezin şareza bû û bi kesayetiya xwe ya dilnizm cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt, di têkoşîna dijî dewleta Tirk a qirker de li refên herî pêş şer kir.”
HPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re xwest û got, “Em soza xwe dubare dikin ku bi mezinkirina têkoşînê, em ê xwedî li bibîranîna şehîdên xwe yên leheng derkevin.”
Nasnameya şehîdan wiha hat eşkerekirin:
- Amed Rojhilat (Seccad Mesîhanefes) ê li Ûrmiye ji dayik bûye, kurê Xecîce-Ferhat
- Bahoz Çatak (Erdal Şakar) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Heybet û Îsmet
- Brûsk Armanc (Kenan Ay) ê li Amedê ji dayik bûye, kurê Ganîmay û Vasif
BEHDÎNAN