- "Em soza xwe dubare dikin ku armancên wan bi serketina têkoşînê tacîdar bikin."
HPG'ê 3 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê sala 2016´an şehîd bûn, bi bîr anî û got, "Em soza xwe dubare dikin ku armancên wan bi serketina têkoşînê tacîdar bikin."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Dewleta Tirk a mêtinger ji bo Kurdan qir bike, ev 7 sal in bênavber êrişî gelê me û hêzên me yên gerîla dike. Li dijî van êrişên giran ên dijmin, di serî de Rêber Apo gelê me û tevgera me bi rengekî destanî li ber xwe dan û êrişên dijmin têk birin. Vê têkoşîna destanî û berxwedanê bi hezaran leheng afirandin. Ji van lehengan fermandara me ya hêja Amara û hevrêyên me Dunya û Avaşîn sala 2016'an di şerê li dijî dijmin de şehîd bûn. Em van milîtanên hêja yên têkoşîna azadiyê ya jinê û Kurdistanê di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê armancên wan bi serxistina têkoşîna xwe tacîdar bikin.
HPG´ê ji bo şehîd Amara Nazlican got, “Hevrêya me Amara bi bandora şehadeta hevrêya xwe Nesrîn û Komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêbertiyê, sala 2001'ê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Amara fêhm kir ku jiyana azad a ku bi keda bêhempa ya hevrêyên şehîd û Rêber Apo hatiye afirandin, tenê bi kedê, têkoşînê dikare bê parastin û jiyaneke li gorî vê yekê danî pêşiya xwe. Bi vî rengî timî hewl da ku xwe nêzî Rêber Apo bike. Hevrêya me Amara li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê kar kir û li vê derê hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê rêxistinî ve bû xwedî tecrûbeyên mezin. Bi vê sekna xwe bû fermandareke mînak a YJA Starê. Ew çû Bakurê Kurdistanê herêma Botanê.
Li vê derê jî weke milîtaneke jinê ya pêşeng bi fedakarî hazirî her wezîfeyê bû. Herî dawî sala 2016'an li herêma Avaşînê di nava pêvajoyeke giran a şer de ma. Sala 2016'an di çalakiya Xapuşkê de şehîd bû û weke fermadanreke pêşeng a jinê cihê xwe di dilê hevrêyên xwe hemûyan de girt.”
HPG´ê ji bo şehîd Dunya Rojhat got, “Hevrêya me Dunya sala 2014'an beşdarî nava refên berxwedanê bû. Çanda berxwedanê ya ji derdora malbata xwe wergirtî û felsefeya jiyana azad a Rêber Apo gihand hev û bi vî rengî bû fermandareke şareza ya gerîla. Di rê û rêbazên gerîla de bû milîtaneke fedayî ya pêşeng. Di Îdeolojiya Azadiya Jinê ya Rêber Apo de xwe pispor kir. Weke milîtaneke wêrek têkoşiya û di ber vê oxirê de canê xwe feda kir. Hevrêya me Dunya wê bibe meşaleyek ku têkoşîna me ya azadiyê ronî dike.”
HPG´ê ji bo şehîd Avaşîn Cûdî jî got, “Hevrêya me Avaşîn li bajarê serhildanê yê Botanê li Silopiyayê ji dayik bû. Ew sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Avaşîn di demeke kurt de şareza bû. Wê her tim xwest li qadên herî zehmet bimîne û ji bo bibe gerîlayeke şareza timî xwe bi pêş xist. Hevrêya me Avaşîn bi têkoşîna xwe ya bênavber û bi biryar wê weke milîtaneke pêşeng a Têkoşîna Azadiyê ya Jinê bê bibîranîn.”
HPG´ê ji malbatên şehîdan, gelê Kurdistanê yê welatparêz û jinên berxwedêr re xwest û soz da ku ew ê sedsala 21'ê bikin sedsala azadiya jinê.
Nasnameya şehîdan li jêr e:
- Amara Nazlican (Yeserîbe Kayra) a li Êlihê ji dayik bûye, keça Nafiye û Sadik, Sibata 2016´ li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye.
- Dunya Rojhat (Muzeyyen Elînç) a Sêrtê ji dayik bûye, keça Sacîde û Mehmet Şîrî, Sibata 2016´an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye.
- Avaşîn Cûdî (Çîmen Ogrû) ya li Şirnexê ji dayik bûye, keça Kerîma û Mehmet, Sibata 2016´an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye.
BEHDÎNAN