• Serokwezîrê nû yê Elmanyayê Olaf Scholz, Rûsya hişyar kir û got, heger Rûsya Ûkraynayê dagir bike, ew ê "berdêleke giran" bide.

Serokwezîrê nû yê Elmanyayê Olaf Scholz, Rûsya hişyar kir û got, heger Rûsya Ûkraynayê dagir bike, ew ê "berdêleke giran" bide.

Olaf Scholz li parlamena federal li ser  “krîza Ûkraynayê” got, "Em rewşa ewlekariyê ya li ser sînorê Rûsya û Ûkraynayê bi fikar dişopînin. Heger he kesî hîna fêhm nekiribe, dixwazim gotina Angela Merkel dubare bikim: Binpêkirina yekparebûna xakekê bi berdêl e, berdêla vê jî wê giran be."

Scholz da zanîn ku ew ê vê krîzê li Konseya Ewrûpayê û li Civîna Bilind a Hevkariya Rojhilat a Yekîtiya Ewrûpayê nîqaş bikin.

Ji ber ku Rûsyayê dema dawî hêzeke mezin a leşkerî ber bi sînorê Ûkraynayê ve bir, fikar zêde bûn ku amadekariya dagirkeriyeke nû dike.

Rûsya van sûcdariyan red dike, dibêje, NATO ya ku çekan dide Ûkraynayê, balafirên şer, keştiyên şer dişîne Derya Reş, gefê li wan dixwe.

BERLÎN