- Qesra Kremlînê diyar kir ku Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz wê di 15’ê Sibatê de biçe Moskovê.
Qesra Kremlînê diyar kir ku Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz wê di 15’ê Sibatê de biçe Moskovê. Hefteyekê piştî serdana Serokkomarê
Fransayê Emmanuel Macron, ev serdan wê pêk were.
Berdevkê Kremlînê Dmîtîrî Peskov da zanîn ku di 15’ê Sibatê de Serokwezîrê Elmanyayê wê biçe serdanê.
Peskov got, serdan wê li ser ‘muzakereyên dualî’ be. Roja duşemê (7´ê Sibatê) jî wê Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî ji bo hevdîtina bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn biçe Moskovê.
Serokwezîrê Elmanyayê, beriya serdana Rûsyayê jî wê di 14’ê Sibatê de biçe paytexta ukraynayê Kîevê û bi Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelensky re rûnê.
Elmanya û Fransa di krîza Ûkraynayê de wekî du dewletên qasid in. Tê diyarkirin ku Macron û Scholz dixwazin aloziya di navbera Rûsya û welatên rojava de kêm bikin.
Di demên dawî de alozî zêdetir bû. Moskovê li ser sînorê Ûkraynayê bi deh hezaran leşker bi cih kirin. DYE û NATO’yê jî hêza xwe ya leşkerî ya li herêmê zêdetir kir.
Moskov dibêje, heke NATO dev ji polîtîkaya xwe ya berfirehbûnê berde û ji welatên cîranên Rûsyayê vekişe, krîza li dora Ûkraynayê wê kêm bibe. Welatên rojava vê daxwazê red dikin û ji bo domandina diyalogê, peyaman didin.
MOSKOV