Saziyên dewletê tevde ji bo AKP’ê dixebitin!
Çarşem 23 Sibat 2022 - 22:24
- Qeyûmên li Wanê nivîs ji midûriyetên perwerdeyê yên li navçeyan re şandin û ji mamosteyan xwestin ku li taxan li dijî PKK û HDP'ê propagandayê bikin.
Qeyûmên li Wanê nivîs ji midûriyetên perwerdeyê yên li navçeyan re şandin û ji mamosteyan xwestin ku li taxan li dijî PKK û HDP'ê propagandayê bikin. Midûriyeta Bajarê Wanê jî tevlî karên hilbijartinê yên AKP'ê bûye.
Li Wanê, tevî AKP’ê, Walîtiya Wanê, Emniyet, Qeymeqamtî û saziyên din ên dewletê li tax û gundan propaganda AKP'ê dikin û hewl didin HDP'ê reş bikin.
Waliyê Wanê û Qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin M. Emîn Bîlmez tevlî hemû çalakiyên AKP'ê dibe, mîna Hevserokê AKP'ê yê Bajêr dixebite.
Midûrê Emniyetê ji bo bo propagandaya AKP’ê diçe serdana dikandaran jî dike.
Qeyûmên qeymeqam jî ne kêmî wan e. Ji midûriyetên perwerdeyê yên navçeyê re nivîs şandin û ji wan xwestin ku serdana malên xwendekaran bikin û bikin ku 'dewlet û milet bibin yek'.
Di nivîsên fermî yên bi mijara 'serdana malbatan' de wiha hate gotin, "Midûrên dibistanan û alîkarên midûran di dema serdanê de mamosteyan jî bi xwe re bigerînin û di van serdanan de ji hin malbatan re diyariyan bikin. Encamên vî karî jî weke raporekê ji qeymeqamtiyê re pêşkêş bikin."
Miftitiya Bajarê Wanê jî dema dawî dehf da xwe. Miftitiya Bajarê Wanê diçe gundên ku rêveberiya bajêr a AKP'ê jî neçûye û mizgeft kiriye navendên propaganda AKP'ê. Di çarçoveya projeya 'nirxên ciwanan' de ku ji aliyê Serokatiya Karên Diyanetê ve li tevahiya Tirkiyeyê tê meşandin, li navçeya Payîzava ya Wanê hevdîtinên 'mizgeft-ciwanan' lidar xist. Rayedarên miftitiyê di van hevdîtinan de 'soza kar û paşerojê' dan ciwanan û gotin, "Werin çaya me vexwin.”
ANF/WAN