Nûnerên Fransî: Vîna Kurd nas bikin
Pêncşem 4 Nîsan 2024 - 00:40
Hilbijartî û nûnerên partiyan ên Fransayê xespkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê şermerzar kirin û banga piştevaniya bi hevşaredaran re kir.
Hilbijartî û nûnerên partiyan ên Fransayê li ser medyay dîjtal bertek nîşanî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Abdûllah Zeydan dan.
Bertekên hilbijartî û nûnerên partiyan ên Fransayê wiha ne:
Serokê Giştî yê Partiya Keskan Marine Tonnelier:
"Dewleta Tirk, Abdullah Zeydan ê Kurd yê weke Şaredarê Wanê hat hilbijartin ji peywîrê girt. Rêza ji îradeya gel re, bingehê demokrasiyê ye.”
Parlamenterê Partiya Îsyanê ya Fransa û Hevserokê Koma Lêkolînên li ser Pirsgirêka Kurd Fréderic Mathieu:
"Erdogan, şaredarên DEM Partiyê yên li bajarên Kurdan ên ku bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin ji peywîrê girt. Ev hewla darbeyeke îdarî ye.’’
Senatorê Partiya Kominîst Lan Brossat:
"Li Tirkiyê hîleyên hikûmeteke otorîter. Abdullah Zeydan weke Hevşdaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hat hilbijartin û ji aliyê desthilatê ve bê hincet ji peywîrê hat girtin. Dem hatiye ku Erdogan û partiya wî li Tirkiyeyê rêzê ji îradeya gel re bigre.“
Senatora Partiya Keskan Anne Souyris:
“Ev redkirina demokrasiyê nayê qebûlkirin û metirsîdar e. Ez piştgiriya xwe ya tam pêşkêşî her bajarên ku li hemberî desthilatê nazmetên xwe hilbijartin û rêzdariya demokrasî û cihêrengiya siyasî dikim. Em bi Jérôme Gleizes re ji bo rêveçûna hilbijartinan bişopînin û roja Yekşemê hatin Amedê. Em ê hişyar bin."
Sekreterê Netewî yê Partiya Sosyalîst Dylan Boutiflat:
"Li ser navê Partiya Sosyalîst em piştgiriyê didin hevalên xwe yên DEM Partiyê yên ku di hilbijartinên şaredariyan de bi ser ketin.’’
Berdevkê Partiya Dijkapîtalîst a Nû Olivier Besancenot:
‘’Ji bo ku Erdogan bi derbeyan bajaran yek bi yek ji Kurdan û hevalbendên wan nestîne, hevgirtina me jiyanî ye."
Meclisa Hemwelatiyên Tirkiyeyî ACCORT:
“Erdogan hewl dide demokrasiyê û serketina gelan ji holê rake. Em banga hevgirtinê dikin."
Senatorê Partiya Komunîst a Fransayê Pascal Savodeli:
“Li Tirkiyeyê Erdogan hewl dide demokrasiya gelan û serketinê wan xesp bike. Divê Fransa têkeve nava tevgerê.”
Cîgirê Şaredarê Herêma 19’emîn a Parîsê Francois Bechieau:
"Piştgiriya tam ji bo demokratên DEM Partiyê! Tirkiye, di demek nûz de wê bê Erdogan be!”
Berpirsê Têkiliyên Navnetewî yên Partiya Komunîst Vincent Boulet:
“Rejîma Erdogan bi betalkirina hilbijartinan li Wan, Curnê Reş û belkî bajarên din hewl dide têkçûna xwe veşêre. Divê rêz li dengê gelan bê girtin!
PCF li dijî otorîterîzma hikûmeta Erdogan destek dide DEM Partiyê.”
MA