AKP’ê Îslam kiriye amûra desthilatiya xwe

Sêşem 3 Îlon 2024 - 00:31

Li gorî lêkolîna Metropollê li Tirkiyê civak ji dînê Îslamê sar bûye. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglu polîtîkayên AKP’ê yên ku dînê îslamê ji bo berjewendiya xwe kiriye mîna amûreke desthilatê bi bîr xist û got, AKP’ê ziyaneke mezin daye Îslamê û civak ji ber van polîtîkayên AKP’ê ji Îslamê dûr dikeve. Gergerlîoglu bang li Misilmanên xwedî exlaq kir ku li dijî vê qirêjiyê derkevin.

Yek ji mezintirîn şîrketên lêkolînê yên Tirkiyeyê Şîrketa Lêkolînê ya Metropoll encama lêkolîneke xwe di destpêka meha Tebaxê de eşkere kir ku bû sedema nîqaşan. Şîrketê ragihand ku li gorî lêkolînên li tevahiya Tirkiyeyê kiriye, bandora olê ya li ser jiyana civakî kêm bûye.

Li gorî lêkolînê ji beşdarên anketê ji sedî 50.9 di wê baweriyê de ne ku bandora olê ya li ser jiyana civakî kêm bûye û wê hîn jî kêm bibe.

Parlamenterê Kocaeliyê yê DEM Partiyê Omer Farûk ku mijar nirxandî diyar kir ne tenê anketa Metropollê her wiha li gorî çavdêriyên wan ên li ser civakê û gelek anketên din, ol li nava jiyana civakî ya li Tirkiyeyê lawaz dibe û got, "Ev yek rastiyek e û divê mirov pê dakevin, fêhm bikin. Ji xwe bi giştî ol ji aliyê bersivdayina li jiyana civakî bi sedan sal in di nava kêmasiyên gelekî girîng de ne û ji ber vê kêmasiyê rewşeke bi vî rengî rû da.’’

AKP’ê ziyaneke mezin da dîn

Parlamenter Farûk Gergerlîoglû işaret bi desthilatdariya heyî ya li Tirkiyeyê kir ku olê bi kar tîne û got, "Hikumeteke ku dîmen, sembol û armancên olî da pêş û bi vî rengî bû desthilatdar, li Tirkiyeyê zerareke mezin da ol. Ji ber ku bi bikaranîna sembol û gotinên Îslamê xençerek li ruhê olê xist, naveroka wê vala kir. Gotinên ne ji dil derketin pêş. Hestên exlaq, edalet û rehmê yên ku divê xwe ji olê xwedî bikin, hatin binpêkirin.’’

Desthilat nirxên manewî binpê dike

Gergerlîoglu bi domdarî got,’’Weke desthilatdariyek eger hûn şaşitiyên mezin têkildarî nirxên exlaqî bikin, nebaşiyên herî mezin bikin û ji bo desthilatdariya xwe nirxên manewî binpê bikin, hingî wê ev yek bandorê li olê jî bike. Hingî wê ol nikaribe exlaqê bedew xwedî bike û mirov jî ji nirxên exlaqî dûr bikevin. Mirovên ku xwe weke 'Misilman' pênase dike wê exlaqa mirovbûyînê winda bike."

Mirov ji olê sar kirin

Gergerlîoglû her wiha anî ziman,’’Li Tirkiyeyê desthilatdariyê mohra xwe danî binê şaşitiyên gelekî mezin û kir ku mirov ji ol sar bibe. Ev yek rastiyek e’’ û got,’’Ji ber van kiryarên desthilatdariyê mirov aciz in, lê belê her tim partiyên navendî û partiyên xurt ev yek nixumandine. Ji ber vê yekê jî mirov ji rexnedayinê xwe didin alî, li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin."

Divê dijî vê derkevin

Gergerlîoglû got, "Cihê xemgîniyê ye ku desthilatdarî bi bikaranîna olê zerara herî mezin dide olê. Yên ku pêşî li vê bigirin oldarên rasteqîn in. Yên ku xwe weke Misilmanên bi exlaq pênase dikin divê li ber vê rêveçûna desthilatdariyê rabin, ji ber ku wekî din kesek vê nabîne û nikare bisekinîne. Ev rastiyek e. Misilmanên bi exlaq divê li dijî vê qirêjiyê têkoşîneke mezin bimeşînin."

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.