Curnê Reş: Em ne xulamê ti kesî ne

Pêncşem 4 Nîsan 2024 - 00:37

Li Curnê Reş DEM Partî di hilbijartinan de bi ser ket, lê biryar hate standin ku careke dî hilbijartin were kirin.Wekîlê DEM Partiyê Omer Ocalan dijî biryarê helwest nîşan da û got,’’Ev gel ne xulamê ti kesî ye.’’

Li bajarên Kurdistanê destwerdana li vîna hilbijêran didome. Li navçeya Curnê Reş a Rihayê, di hilbijartina şaredariyan de ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi ser ketibû, biryar hate standin ku hilbijartin dubare bibe. Di hilbijartinê de DEM Partî 521 ray ji AKP'ê zêdetir wergirtin û bi ser ket. AKP jî ji bo encamên 15 sindoqan îtiraz kir. Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê jî piştî îtiraza AKP'ê biryar da ku hilbijartin dubare bibe. Hinceta wan jî ew e  ku nebûna pusûleyên sindoqa bi hejmara 1120'an e, ku Meclisa Ciwanan a AKP'ê şeva hilbijartinê ew şewitandibûn. 

Curnê Reş a me ye

Ev biryar ji aliyê parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan û Alî Bozan, Hevşaredarên Curnê Reş Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş û bi hezaran kesî ve hat protestokirin. Bi hezaran kesên li ber edliyeyê kom bûn dirûşmeyên gotin "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Hîlvan a me ye û wê ya me be".

Em biryarê nasnakin

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan dijî biryarê helwest nîşan da û got: “Di 31’ê Adarê de gelê Curnê Reş biryara xwe da û bi dehan xebatkarên me beşdarî vê pêvajoyê bûn. Di dawiyê de encamên hilbijartina Curnê Reş derket holê û partiya me bi ferqeke mezin bi ser ket. Lê niha Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Curnê Reş îtîraza AKP'ê nirxand û hilbijartinê betal kir. Em ê îtirazî vê biryara lijneyê jî bikin. Gelê Curnê Reş tercîha xwe kir û divê em xwedî li vê biryarê derkevin. Em vê biryara neqanûnî nas nakin."

Ocalan bi domdarî wiha got: "Encam çi dibe bila bibe, em ê li ber xwe bidin" wiha dewam kir: "Çawa ku me li vir têkoşîna xwe ya yekem da meşandin, em ê sibê jî li ber Lijneya Hilbijartinê ya navçeyê vê têkoşînê bidomînin. Ji niha û pê de 50 hilbijartin jî çêbibin, dê gelê Curnê Reş ji bo partiya xwe biryarê bide. Ev gel ne xulamê tu kesî ye û tu kes jî ne axayê vî gelî ye

Baroyan helwest nîşan dan

Baroya Rihayê û Şaxa OHD a Rihayê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku biryar berhema feraseta qeyûm e û got: “Em ê rê nedin feraseta qeyûm.”

Baroya Rihayê û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê, der barê biryara nûkirina hilbijratina Curnê Reş de daxuyaniyek nivîskî belav kirin. 

Navenda Mafê Mirovan a Parêzer Kazim Ekîncî ya Baroya Rihayê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku biryara lijneyê ne derbasdar e û dijqanûnî ye. Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku divê demildest dawî li vê dijhiqûqiyê bê anîn û mazbatayên hevşaredaran bên dayîn. Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew li cem gelê Curnê Reş in.

Şaxa OHD a Rihayê jî daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku ew biryara qeyûm qebûl nakin û ji bo îradeya gelê Curnê Reş wê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.