Darbeya Wanê bû fîşeka serhildanê

Pêncşem 4 Nîsan 2024 - 00:35

  • Piştî ku li Wanê darbe li vîna gel hate kirin û diyar bû ku mazbataya Şaredariyê dane namzetê AKP’ê di serî de Wan, gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyê bûne qadên serhildanê. Heta derengiyê şevê jî li Wan, Colemerg, Êlih, Stenbolê gel li kuçe û kolanan li ber xwe da.

Wezareta Dadê ya Tirk bi kemîneke hiqûqî û siyasî îadeya ‘’heqê qedexekirî’ yê Hevşaredarê Şaredariya Mezin betal kir û piştre jî bi biryareke siyasî ya bi kirasê hiqûqî Hevşaredartiya Abdullah Zeydan hate betalkirin û mazbata dane namzetê Şaredariyê yê AKP’ê Abdulahat Arvas.

 Ev darbeya ku li vîna gelê Wanê hatî kirin demildest bû sedema nerazîbûnên tund. Gelê Wanê bi dest xwe re li dijî darbeya li vîna wê hatî kirin rabû ser piyan û tevahiya Wanê bû qada serhildanê. Heta derengiya şevê jî li her taxa Wanê di navbeyna gel û hêzên çekdar ên rejîma Tayyîb de şer û pevçûnê dom kir. Ciwanên Wanê yên li qada serhildanê diyar kirin ew biryardar in ku vîna xwe bi dest dagirkeran ve bernedin û heta ku bi rejîma Tayyîb gav paş de bidin avêtin ew ê qadên berxwedanê bernedin.

Yek ji bajarê dî yê Kurdistanê dijî hewldana darbeya li vîna gel a Wanê rabû ser xwe Colemerg bû. 

Colemerg

Colemergî piştî fitarê bi hêrseke mezin derketin meydanan û bi helwesta xwe nîşan dan ku ew ê darbeya di şexsê Wanê de li vîna gelê Kurd hatî kirin qebûl nekin.

Ji bo ku pêşî li serhildana gel were girtin Tayyîb Erdogan hêzên xwe yên paramîlîter berdane kuçeyan. Çeteyên paramîlîter ên bi ser rejîma AKP’ê ve bi keleşkovan êrîş birin ser gel. Çeteyên paramîlîter ên rejîma AKP’ê di bin nezareta polîsên Tirk de li gel reşandin. Çeteyên ku bi keleşan li gel reşandin xizmên Serokê Bajêr ê AKP’ê Zeydan Kaya bûn. 

Wezîrê Karê Navxwe yê Tirk Alî Yerlîkaya derengiya şevê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ragihand ku gelek kes di çalakiyên protestoyî de hatine destgîrkirin lê qet behsa wan hêzên çekdar ên AKP’yî nekir . Wezîrê Tirk bi bêdengiya xwe ya li bara komên çekdar nîşan da ku ew hêzên çekdar bi fermana rejîma Tayyîb Erdogan tevdigerin.

Her wiha li Êlih, Îdir, Sêrtê, li bajarên Tirkiyê li Edene, Izmîrê û Stenbolê jî gel dijî darbeya li vîna gel derketin kuçe û kolanan û helwesta xwe nîşan dan.

Îdir

Li Îdirê bi hezaran kesî kuçe û kolanan li trafîkê girtin û darbeya li vîna gel protesto kirin.

Gel piştî fitarê li ber bûroya hilbijartinê ya Zagrosê hatin cem hev û piştre bi dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’meşiya.

Piştî meşê daxuyaniyek hate dayin û hate gotin heke rejîma Tayyîb bi paş de gav neavêje, Serhed tev wê biçe Wanê û Wanê bikin keleha berxwedanê.

Sêrt

Li Sêrtê gel ber bi Qada Demokrasiyê ve meşiya, lê polîsan nehişt. Ji ber vê Parlementer Sebahat Saritaş Erdogan bi tena serê xwe meşiya. Girseya ku guh neda êrişên polîsan da dû Erdoganê. Li seranserê Kolana Guresê dirûşmeyên "Abdûllah Zeydan ne bi tenê ye", "Bijî berxwedana Wanê" û "Abdûllah Başqan rûmeta me ye" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin.  

Piştî ku her çû gel zêde  bû polîsan êriş bire ser gel. Gel tevî hemû êrişên polîsan jî dirûşme berz kirin û lîrand. Girse heya Qada Demokrasiyê meşiya. 

Edene

Gel li navçeyên Seyhan û Ceyhan ên Edeneyê, daket kuçeyan. Gel li taxên Barbaros, Hurriyet, Gulbahçe, Daglioglû, Şakîrpaşa û Beledieyevelerî û Kuçukdîkîlliyê yên navçeyên Seyhan û Ceyhanê li hev kom bû dirûşmeyên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Li Wanê diz hene" berz kirin. Her wiha gel bi têfik, quşxane û miqilkan deng derxist. Gel, bang li hemû derdoran kir ku li dijî xespkirina vînê raber ser pêyan. 

Êlih

Li Êlihê jî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat şermezarkirin. Girseya ku li Kolana Diyarbekirê kom bû bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Wanê" meşiya. Polîsan bi gaza îsotê, ava şid û fîşekên plastîk êrişî girseyê kir. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî û keviran bersiv dan polîsan. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.