- Saziyan 29'ê Çileyê 2022’yan li bajarê Elmanyayê Troisdorfê konferansa xwe ya salane li dar xist.
Saziyên Alîkariyê yên Hevkar ên li Ewrûpayê konferansa xwe li dar xistin û destnîşan kirin ku ji bo bersivê bidin pêwîstiyên koçberan wê giraniyê bidin ser xurtkirina têkiliya bi saziyên alîkariyê yên biyanî re û karên xwe berfireh bikin.
Saziyan 29'ê Çileyê 2022’yan li bajarê Elmanyayê Troisdorfê konferansa xwe ya salane li dar xist. Endam, rêveber û xebatkarên Heyva Sor a Kurdistanê- Elmanya, Heyva Sor a Kurdistanê- Belçîka, Heyva Sor a Kurdistanê- Holanda, Heyva Sor a Kurdistanê- Îtalya, Heyva Sor a Kurdistanê- Swîsre, Heyva Sor a Kurdistanê- Ingilîstan, Heyva Sor a Kurdistanê- Norwêc, Heyva Sor a Kurdistanê- Japan, Roja Sor a Kurdistanê- Swêd, Roja Sor a Kurdistanê- Awusturya û Roja Sor- Fransa beşdarî konferansê bûn.
Serokê Heyva Sor a Kurdistanê-Elmanyayê Dr. Rojvan Bîlgîn got, "Li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, ji ber êrişan, şerê navxweyî, felaketên xwezayî, xizanî û nexweşiyan, bi mîlyonan mirov ji bo li ser piyan bimînin, li ber xwe didin. Li Kurdistanê civaka ku ji aliyê hêzên dagirker ve bi xizanî, bêkarî û birçîbûnê re rû bi rû hatiye hiştin, di rewşeke xerab de ye. Li gel êriş û zextên dagirkeran, vîrusa koronayê jî rê li ber encamên kambax vekirin. Ji ber vê yekê, pêwîstiya alîkariya bi mirovên hewcedar re ji her demê zêdetir bû.
Bi hezaran ji wan li ser rêyên koçberiyê, li şûna jiyanê rastî mirinê tên. Jixwe, karwanên koçberên ku di Derya Spî û Derya Egeyê de, li sînorê Lehistan - Belarûsê û li ser rêyên Ewrûpayê jiyana xwe ji dest didin, vê rastiyê radixin ber çavan.
Saziyên Heyva Sor û Roja Sor yekane saziyên alîkariyê ne ku ji bo her deverên Kurdistanê bê navber ji bo kesên mexdûr û hewce xebatên alîkariyê dikin."
Di konferansê de raporên xebatên alîkariyê û raporên darayî hatin xwendin.
Li gorî raporan, saziyên alîkariyê yên hevkar sala 2021'ê di çarçoveya projeyên xwê yên alîkariyê de li gelek deverên Kurdistanê ji bo kesên mexdûr û xizan xebatên alîkariyê meşandine.
Di konferansê de ji bo xebatên paşerojê plansazî hate kirin.
Di konferansê de bi taybetî li ser 2 xisûsên sereke hatin nirxandin. Yek jê xebata endamçêkirinê û ya din jî xebata hevkariya bi saziyên alikariyê yên biyanî re bû.
Di konferansê de hate gotin, "Saziyên alîkariyê bi zêdebûna hejmara endaman xwe dikarin destê alîkariyê dirêjî bêhtir kesên mexdûr bikin. Her wiha zêdebûna hejmara endaman ji saziya alîkariyê re rêya têkiliyan bi saziyên navneteweyî û dezgehên fermî re jî vedike û di çêkirina projeyên hevpar de bandoreke erênî dike. Gava saziyên me karibin bi saziyan re têkiliyên xurt deynin û her wiha karibin projeyên hevpar çêkin, wê gavê bi milyonan kesên hewcedar û mexdûr li Kurdistanê wê ji derfetên van saziyan alikariyê wergirin."
TROISDORF