Saziyeke din a mezêxeran li Qamişloyê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 22 Cotmeh 2020 - 22:29

Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê, nehemîn saziya mezêxeran yanî serfkeran li Qamişloyê vekir.
Di çarçoveya rêzeprojeyên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê de ji bo xwegirtina li ber aloziyên aborî, nehemîn saziya mezêxeran li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê hat vekirin. Bi vî awayî qonaxa yekem a vekirina saziyên mezêxeran li bajar û navçeyên kantonê hemûyan bi dawî bû.
Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê, Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa û meclisa navçeyê beşdarî merasima vekirinê bûn.
Li saziyên mezêxeran hemû madeyên xwarin û paqijkirinê bi buhayên guncaw peyda dibin. Saziyên mezêxeran li Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Til Koçer, Girkê Legê, Dêrik û Til Hemîs hatin vekirin.
Piştî vê qonaxê, di qonaxa duyemîn de wê hejmara saziyên mezêxeran di nav bajarên mezin de were zêdekirin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.