Ji namzetên Wanê yên Partiya Çep a Kesk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît yek ji wan hevşaredaran bû ku mazbataya wê hate desteserkirin. Sayyîgît destnîşan kir ku ew ti carî ji gel qut nebûn û ji niha û pê ve jî wê bi gel re bixebitin.

Wan bajarê herî mezin ê herêma Serhedê ye. Nifûsa xwe nêzî 1.5 milyon mirov e û hejmara dengdêran jî zêdeyî 700 hezar kes e. Partiya Çep a Kesk dixwaze li vî bajarî ji 8 wekîlan 8'an bi dest bixe. Li Wanê ji bo Partiya Çep a Kesk piştgiriyeke xurt heye. Li Wanê her buroyeke hilbijartinê bi merasîmeke bi beşdariya bi hezaran kesî tê vekirin. Ji namzetên Partiya Çep a Kesk Kesk Kaçmaz Sayyîgît anî ziman ku zext û qedexeyan ti carî nekarî bi wan û destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, mafên jinan û mafê zimanê dayikê wê hîn bêhtir têbikoşin.

Sayyîgît got, "Di serî de têkoşîna jinê, min têkoşîna xwe ya ji bo bindestan, xwezayê, zimanê dayikê, têkoşîna li dijî tecrîdê û bêhiqûqiya li zindanan hîn xurtî meşand. Nedana mazbataya min a ji bo Hevşaredariyê em ti carî ji gelê me qut nekir. Hema bibêje li her derê em bi gel re ne. Em hewl didin wan temsîl bikin, bibin temsîla îradeya wan. Ji niha û pê ve jî em ê karê xwe li qada siyasî, li binê sîwana meclisê, li qada herêmî di nava gel de dewam bikin."

 

Sayyîgît kî ye?

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît sala 1982'an li navçeya Westan a Wanê ji dayik bû. Dibistanên seretayî, navîn û lîse xwend, piştre beşa Cografya ya Fakulteya Fen Edebiyat a Zanîngeya Yuzuncu Yilê qedand. Li heman qadê lîsansa bilind kir, di sala 2008'an de li navçeya Şax a Wanê weke mamoste hate tayînkirin. Piştî ku bû mamoste li nava Egîtîm-Senê karên sendîkayî kir, Nûnertiya Egîtîm-Senê ya Şaxê kir. Di navbera salên 2014 û 2017'an de bû Hevseroka Egîtîm-Senê ya Wanê. Piştî sala 2015'an ji wezîfeyê hate dûrxistin, di sala 2017'an de wezîfeya wê radestî wê hate kirin, lê piştî du rojan vê carê bi biryarnameyê ji wezîfeyê hate dûrxistin. Di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019'an de li navçeya Artemêtê ya Wanê ji bo Hevşaredariya Navçeyê ya HDP'ê hate hilbijartin. Bi hinceta ku bi biryarnameyê ji wezîfeyê hatiye dûrxistin mazbataya wê nedan wê. YSK'ê şaredarî radestî namzetê AKP'ê kir ku bi ser neketibû.

ANF/WAN