Şaredariya Şengalê rêyan çêdike

În 3 Hezîran 2022 - 21:21

  • Kar û xebatên Şaredariyên Gel ên ser bi Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê,  dewam dikin.

Kar û xebatên Şaredariyên Gel ên ser bi Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê,  dewam dikin. Di çarçoveya pêkaînîna pêwîstiyên gel de şaredariyê rêya diçe Xana Kevin, çêkir.

Tevî gef û êrişên li ser Şengalê û hewldanên tesfiyekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê, Rêveberiya Xweser bi sazî û dezgehên xwe hemûyan, di nava kar de ye û ji bo xelkê Şengalê xizmetê dike.

Di çarçoveya pêkanîna  pêwîstiyên gel de li ser daxwaza xelkê herêmê, Şaredariya Gel a Xanesorê  dest bi çêkirina rêyên xirabe kir.

Taybet li Xana Kevin ku gelek rêyên ku ji dema fermanê ve nehatibûn çêkirin, şaredarî kar û xebatên xwe dewam dike. Îro jî rêya ku diçe Xana Kevin, ji aliyê şaredariyê ve hate çêkirin. 

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.