- Şaredara Helebceyê: Tîmek şaredariya Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê serdana Helebceyê kir, me jî xwest biçin serdana wan. Em şandeyek bûn ku ji çend şaredarên jin pêk dihatin. Ji me re gotin, ji ber sedemên siyasî hûn nikarin biçin.
Şaredara Helebceyê, Kiwêstan Ekrem got, peywendiyeke gelekî baş di navbera wan Şaredariya Gel a Binarê Qendîlê de heye û ji ezmûna wan sûdeke baş girtine: “Me xwest serdana Rojavayê Kurdistanê bikin, lê ji ber sedemên siyasî rê nedan em biçin. Lê girîng e peywendî hebin.”
Şaradara Helebceyê, Kiwêstan Ekrem têkildarî rol û girîngiya jinan di nava karûxebat û rêveberinan de ji Rojnewsê re axivî.
Wê li ser dewra jinan di siyaseta Helebce de got, "Gelek çavkaniyên dîrokê dibêjin, Adîle Xanim, wê dema qaymeqamê Helebceyê bû, kontrola wê li herêma Xaneqîn, Sine û Banê jî hebûye. Nivîskaran girîngî dane bi karê wê. Adîle Xanim, di warê rêveberî, siyaset û civakî de kariye kar bike û peywendiyên wê yên civakî li Helebce gelek baş bûn. Weke mînak, kariye peywendiyek gelek baş, di navbera Cuhiyan û Misilman de çêke. Her di serdema wê de, avahiyên gelek xweşik li Helebce hebûn ku li ti devera din a Iraqê nebûn."
Ji bo tecrûbe û zehmetiyên xwe weke şaredar jî Kiwêstan Ekrem dibêje, “Dikarim bibêjim, tevî ku ezmûn, xebat û pêşbazî bû jî min karî bi aştî û dostane rûbirûyî pirsgirêkan bibim. Ji ber ku qet li gel vê yekê nebûm ku pirsgirêkê bi pirsgirêkê bersiv bidim. Min karî li Helebceyê bendê bişikînim. Li vir ji herêmên din ên Iraq û Herêma Kurdistanê, jin zêdetir xwedî wezîfe ne.”
Li gorî Kiwêstan Ekrem, Li her pile û wezîfeyeke rêveberiyê, hebûna jinê bi xwe bihêziya jinê û bandora wê ya li wî karî ye: “Mixabin, em di vê demê de, ku bûyîn berpirsê yekem ê saziyan, bi taybetî ez ku ji sala 2016’an ve şaredar im, weke pêwîst, min nekariye xizmetê ji bo welatiyan bikim. Sedema vê jî ew e ku ji sala 2015 û 2016’an ve krîza darayî Herêma Kurdistanê girtiye û piştre jî şerê DAIŞ’ê derket ku bandoreke xerab li ser me hemûyan kir. Wiha kir ku em nikaribin karên berbiçav bikin. Bi rastî şaredarî xizmetkirin û bûdce ye, mixabin yek ji van jî me niha nîne.”
Pirsgirêkên Helebceyê yên min in
Bê budce ka çawa şaredarî tê kirin jî ew wiha rave dike: “Bi destjikarberdana min ti pirsgirêk çareser nebe. Ji ber ku bi dehan kesên din bên li cihê min, heger bûdce li ber dest nebe, wê heman karê niha bikin. Nabe ji ber nebûna bûdceyê kolanekê qîr bikin, saziyekê bigirin, ev pirsgirêka me ya sereke ye. Ez xelkê Helebceyê me û mala min li Helebce û bi şev û roj serdana welatiyan dikim. Her cihî nas dikim. Hemû pirsgirêkên welatiyan pirsgirêkên min in. Ji vê jî xweştir nîne ku karê berbiçav ji bo welatiyan bikin. Lê, mixabin ji ber krîza darayî û siyasî me nakariye bandora xwe bisepînin.”
Bi jinan hevkariya îdare û şaredariyê
Diyar e ku di rêveberiyê de hebûna jinan, hevkariyê jî rehettir dike. Çawa ku ev nimûneya hanê jî nîşan dide: “Serokatiya Zanîngehê ji bo projeyekê pêwîstî bi erd heye, em jê re dibin alîkar. Gelek caran jî ji ber peywendiyên jinan bi hev re dibin alîkar. Her çiqas ne karê min be jî, heger karmandên wan têrê nekin, ji bo hevkariyê ji bo wan karmendan dişînim. Li gel berpirsên jin hemûyan peywendiyên me baş in.”
Hîna şaredariyê nekariye berê xwe bide pirsgirêkên jinan: “Mixabin, me ewqas pirsgirêk hene, di nava bajar de pirsgirêka kanalîzasyonê, kolanên nehatine qîrkirin hene, em pê re negihîştine qala projeyên ji bo jinan bikin. Lê, ez weke aktîvîsteke mafê jinan, dikarim bibêjim ku şanaziyê bi çend karan dikim ku me ji bo jinan kirine, ku me kariye jê re sponsoriyê peyda bikin. Me kariye gora Adîle Xanim li Ebabeylê bibînin û li ser erka xwe ji bo gorek piçûk çêbikin û peykerê wê çêbikin. Peykerê wê li Baxê Giştî daniye. Me kariye baxçeyekî piçûk bi navê Baxçeyê Roşna ku keçek ciwan a Helebceyê bû, vekin.”
Îslama siyasî ya tundraw
Şaredara Helebceyê Kiwêstan Ekrem bi bîr dixe ku li baxçeyê şarederiyê, wê baxçeyek ji bo Danielle Miterand çêkiriye, lê Îslamiyên siyasî yên tûndraw peyker şikandine. Lê wê mesele li wir nehiştiye: “Ji bo min şerm bû peykerê jinekê li vî bajarî şikestî hebe, lewma li ser erka jinên Kurd ên li dema yekem a Parlamentoya Iraqê, me jê re peykerek xweşik çêkir, li baxçeyê şaredariyê daniye, da ku parastî be.”
Ji bo peywendiyên bi şaredarên din ên jin re, nexasim Qendîl û Silêmaniyê, ew dibêje, “Min bi awayek fermî serdana şaredara Silêmaniyê Xanim Leyla kiriye. Li ser vexwendinê ez çûm serdana Şaredariya Qendîlê jî. Me jî ew vexwendin Helebceyê. Bi heman avayî tîmek şaredariya Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê serdana Helebceyê kir, me jî xwest biçin serdana wan, lê mixabin me gelek kar temam kir, lê ji ber sedemên siyasî rê nedan em biçin wir. Em şandeyek bûn ku ji çend şaredarên jin pêk dihatin, biryar bû em biçin, heta Cîgira Serokê Şaredariya Kerkûkê jî li gel me bû. Min jî peywendî çêkir û lê piştre gotin, ji ber sedemên siyasî hûn nikarin biçin.”
Qendîl û Helebce
Kiwêstan Ekrem di serdana şaredariya Qendîlê de ew hînî gelek tiştan bûne: “Peywendiyek gelek baş di navbera me û Şaredariya Qendîlê de heye. Me kariye ezmûnek baş ji karê wan werbigirîn.”
Ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê jî şaredara Helebceyê Kiwêstan Ekrem ev peyam da: “Divê jin jî weke mêran ji çarçoveya malê derkevin û hêza xwe nîşan bidin. Gelekî girîng e, em hemû rojên din jî bilind û pîroz ragirîn. Divê hewl em bidin qonax bi qonax fêhm bikin û bibêjin, cudahiya di navbera zeyandan de nîne û baweriya me bi vê yekê heye ku zayenda beramber ka çawa dikare kar bike, em jî dikarin bikin.”