Şaredarî yên gel in
Çarşem 26 Tîrmeh 2023 - 13:47
Sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî 7 herêmên rêveberiyên xweser û sivîl hatiye diyarkirin. Di nava sîstemê de şaredarî ku xebatên xizmetguzariyê dikin cihekî girîng digire. Lewma yek ji saziyên xweseriyê yên herî zêde balê dikişînin û gel ji nêz ve dişopîne şaredarî ne.
Şaredarî saziyên ku rasterast bi gel re di nava peywendiyê de ne, lewma pergala wê jî li ser vê bingehê hatiye avakirin. Di meclîsên şaredariyan de nûnerên komînan û sazî-dezgehên din ên li bajar û bajarokan jî cîh digirin. Biryar û plansazî di van meclîsan de tên girtin. Hevserokên şaredariyan jî di heman demê de endamên meclîsên giştî yên bajar an jî bajarokan e.
Raporên xwe pêşkêş dikin
Li herêmên xweser bi giştî 132 şaredariyên bajar û bajarokan hene. Ji vana 57 li herêma Cizîrê ne. Wekî perçeyekê sîstema xebatê û pêwendiyên bi gel re, şaredarî her 3 mehan carekê, bi civînan têkildarî xebatan gel agahdar dikin; rexne, nêrîn û pêşniyaran digirin. Encamên derdikevin, ji bo mehên pêş vediguherin plansaziyan.
Di van rojan de civînên 3 mehên duyemîn ên sala 2023’yan tên lidarxistin. Li Herêma Cizîrê li kantonên Hesekê û Qamişlo, her wiha li herêmên Firat, Şehba, Minbic, Reqa, Dêrazorê civîn berdewam dikin. Xelk tevlî civînan dibe, hem rexneyên xwe dike, hem jî nêrîn û pêşniyarên xwe tîne ziman. Ev pêşniyar wê di pîlansaziyên 3 mehên pêş de li ber çavan werin girtin.