Şaredarê pêşî yê xwerêveberiyê

Duşem 15 Mijdar 2021 - 23:02

  • Beriya bi 42 salan 12´ê Mijdara 1979´an, qatilên kontragerîlaya Tirk şaredarê pêşî yê tecrûbeya Kurdan a xwerêveberiyê li Bakurê Kurdistanê, qetil kir.

Firaz BARAN


Beriya bi 42 salan 12´ê Mijdara 1979´an, qatilên kontragerîlaya Tirk şaredarê pêşî yê tecrûbeya Kurdan a xwerêveberiyê li Bakurê Kurdistanê, qetil kir. Edîp Solmaz ê 27 salî tenê mehekê karî şaredariyê bike û bû armanca êrişa dewleta Tirk a dagirker.

Sala 1979´an: Hilbijartina Şaredariya Êlihê

Di Cotmeha 1979´an de li Êlihê hilbijartinên şaredariyê hatin kirin. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî pişta namzetekî serbixwe girt û wiha beşdarî hilbijartinan bû. Namzetê partiyê Edîp Solmaz ê 27 salî bû.


Kadro û welatparêzên PKK'ê xebatên hilbijartinê bi hev re meşandin. Pêşî komîteyên taxan û komîsyonên hilbijartinê ava kirin, piştre mal bi mal dest bi propagandayê kirin.


Dewletê hewl da pêşî li xebatên ji bo Edîp Solmaz bigire. Pêşî nehiştin ku mîtîngekê li dar bixe, piştre wêneyê darê ku wî ji bo amblema hilbijartinê neqandibû, red kirin. Solmaz wê demê daxuyaniyê dide rojnameya Batmanê û dibêje, “Lijneya hilbijartinê amblema me qebûl nekir. Dar sembola bi pêş ketinê ye. Em ê bi ser bikevin. Bi vê biryarê me hêza xwe winda nekir. Berovajî, vê biryarê em teşwîq kirin ku em zêdetir bixebitin.”
Bi minasebeta hilbijartinê, Serokê Partiya Edaletê Suleyman Demîrel û Serokê Partiya Selameta Mîllî Necmettîn Erbakan jî çûn Êlihê û piştgirî dan namzetên xwe.


Di dawiyê de roja hilbijartinê hat, 14´ê Cotmeha 1979´an. Hilbijêran dengê xwe da û danê êvarê jî deng hatin jimartin. Di hilbijartinê de namzetê serbixwe Edîp Solmaz bi 3876 dengan bi ser ket! Edîp Solmaz partiyên wekî Partiya Edaletê, CHP, MHP, SDP, MSP û gelek namzetên serbixwe li pey xwe hiştin. Di hilbijartinan de Partiya Edaletê (AP) 3677 û CHPê jî 2045 deng standin.
Vê hilbijartinê bawerî da civaka Kurdistanê. Mirovan dît ku bi vê hilbijartinê partiyên alîgirê dewletê, yan jî serwerên herêmî, dikarin di hilbijartinan de winda bikin.



Edip Solmaz


Edîp Solmaz sala 1952’an de li gundê Geramemo yê Bismilê hatiye dinê. Lîseya leşkerî xwend û bû efser. Gava erdheja Licê de ya sala 1975’an diqewimî, ew  beşdarî xebatên rizgarkirinê bû. Li wir piştî ku rayedarekî leşkerî ji kesên canê xwe ji dest dayî re got, "Wan laşan bidin aliyekî“, îstifa kir.


Di hilbijartinên herêmî yên 14'ê Cotmeha 1979'an de bû namzetê Şaredariya Êlihê. Di hilbijartinê de bi ser ket. Lê di 12'ê Mijdara 1979'an de ji aliyê îstîxbarata Tirk û hevkarên herêmî ve bi êrîşeke çekdarî hat qetilkirin. Zêdeyî deh hezar welatparêzên Êlihê beşdarî merasîma cenazeyê Edîp Solmaz bûn.


Edîp Solmaz yek ji yekemîn şaredarên  li Bakurê Kurdistanê bû ku bi nasnameya Kurdî hatiye hilbijartin e. Şoreşgerê yekemîn e ku li Êlihê hatiye qetilkirin. Her wiha yekem şaredar e ku bi biryara Desteya Wezîran a Tirkiye qeyûm tayînî şûna wî tê kirin. Desteya Wezîran bi biryarnameyekê li şûna Solmaz, Ahmet Antep wek qeyûm tayîn kir.

Sedema vê jî hebû, mesela wî gelekî hewl dida ku pêdiviyên xelkê dabîn bike. 2 hezar rûnên pakêt ên ku wî di kontrolan de bi est xistibû, wî bê pere li xelkê hewce belav kiribû. 



Çavkanî
- 1976-1984 Albuma Şehîdên Berxwedana PKK: Rûpel 85
- Rojnameya Batmanê ya 15´ê Mijdara 1979an

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.