Sar û serma zêde dibe 

Pêncşem 7 Çile 2021 - 17:20

Li Spanya û Portekîzê sar û sermayeke tund heye. Berf zêde dibare û germahî gelekî ketiye binê sifrê.

Roja Çarşemê li Spanyayê germahî bû -34,1 pîleyê. Li herêma xweser a Cantabrîayê germahiya hewayê jî -35,5 pile bû.

Bahoza cemserê ya Fîlomena li welat zêde bûye û bi xwe re berf û pûk anî.

Li gorî serwîsên meteorolojiyê li Madrîdê dibe ku bi qasî 50 santîmetreyan berf bikeve.

Li Portekîzê rewşeke wisa didome. Ji xeynî herêma Algarveyê hemû herêm ketin alarmê. Wekî li girava Madeîrayê jî bahozeke tund pêk were. Tê payîn ku bi bahozê re berfeke zêde bibare.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.