- Dr. Peer Stolle: Em nîşan didin ku kitêb û qeydiyên muzîkê rêzeke fereh a îfadeyên hunerî û naverokan dihewînin. Em wekî din nîşan didin ku ev kirina ku qubale hemû berheman dide ber xwe, eynî weke sansurkirineke çanda Kurdî ye.
Di weşana mehane ya komeleya alîkariya hiqûqî ji bo Kurdan AZADÎ-e.V. a bi navê AZADÎ-Info de Dr. Peer Stolle ku ji parêzerên Weşanxaneya Mezopotamya û MÎR Muzîkê ye, li ser rewşa îtîraza xwe ya li dijî qedexekirina Weşanxaneya Mezopotamya û MÎR Muzîkê agahî dan. Wî rexne li wan astengiyan girt ku pêşiyê li parastineke bikêr a muwekilên wî digire. Wî bi biryarnameyeke Wezareta Karê hundir qedexekirina Weşanxaneya Mezopotamya û MÎR Muzîkê weke, sansurkirineke giştî ya çanda Kurdî bi nav kir.
Wezareta Karê Hundir a Federal a Elmanyayê 1'ê Sibata 2019'an Weşanxaneya Mezopotamya û MÎR Muzîk ên ku li bajarê Elmanyayê Neussê bûn, bi îdîaya rêxistinên ser bi PKK'ê ne, bi biryarnameyekê qedexe kirin. Bi vê qedexeyê re materyalên wan ku qederê 50 hezar berhemî bûn, û muhtemelen arşîva herî mezin a muzîka Kurdî jî hatin desteserkirin. Yek ji van berheman bi tenê jî neketiye ber dozekê yan jî nehatiye qedexekirin.
Parêzerên her du saziyan yanî Weşanxaneya Mezopotamya û MÎR Muzîkê Dr. Peer Stolle, Dr. Lukas Theune û Berthold Fresenius in. Wan qedexekirin rexne kir û got, hikûmeta federal careke din hewl da "dengên muhim ên çanda Kurdî li Elmanyayê lal û bêdeng bike." Wan doz li biryara qedexeyê vekir û doz bir ber Dadgeha Îdarî ya Federal a Elmanyayê. Nîvê Adara bihurî parêzeran reşbelekeke din da Dadgeha Îdarî ya Federal a Elmanyayê û pê bingehê doza xwe xurttir kir. Di weşana mehane ya AZADÎ e.V. a bi navê AZADÎ Info de li ser mijarê bi parêzer Dr. Peer Stolle re hevpeyvînek hatiye kirin.
Parastina muwekilan tê astengkirin
Parêzer Dr. Stolle dibêje, "Pirsgirêka me hebû û hîna jî heye ku em karibin bi awayekî karîger li dijî qedexeyê muwekilên xwe biparêzin. Bi qedexeyê re tevahiya belgeyên şirketê û yên weşanxaneyê hatin desteserkirin. Kitêb, kovar, CD, belgeyên şirketan, hema her tişt. Malper jî hat betalkirin. Bi vî awayî ne mumkin e mirov bi awayekî maddî bide fêmkirin ka karê herdu şirketan çi bû. Di destê me de lîsteyên kitêban û CD'yan nînin, fatore nînin, ti tişt nîne. Di protokolên desteserkirinê de jî tenê 'qutiyeke tijî kitêb' dinivîsand. Ji ber vê yekê me got, divê em karibin dosya û delîlan bibînin da ku em karibin dozê li ser bingehên sedeman deynin. Hîna nû qismî jî be Mijdara par destûra me hat dayîn; bi vî awayî jî me karî dozê li ser bingehê sedeman deynin."
Rastiya tahl a desteserkirina muzîka Kurdî
Lê wan nekariye li her tiştî binihêrin: "Tiştên desteserkirî li Saziya Îdarî ya Federal in. Heta niha me tenê dikarî belgeyên şirketan bibînin. Kitêb û qeydiyên muzîkê me nekarî bibînin. Rastiya nexasim jî tahl ew e ku mezintirîn arşîva muzîka Kurdî li dinyayê, bûye mexdûrê vê yekê. Mîrateya muzîkê ya Kurdan di depoyekê de yan jî di jêrzemînekê de girtî ye û ji dinyayê hatiye xefkirin; bi ser de jî ev yek bi îdîaya têkoşîna li dijî terorê kirine. Di dîroka dirêj a tepisandina Kurdan a li Elmanyayê de jî ev nimûneyeke beloq e."
Reşbeleka ku Adara bihurî wan da Dadgeha Îdarî ya Federal jî parêzeran ji bo xurtkirina sedeman nivîsiye: "Herçî dozên qedexeyê yên li gorî Qanûna Komeleyan ê bi destê wezareta karê hundir in, Dadgeha Îdarî ya Federal meqamê pêşî û yê dawiyê yanî yê temyîzê ye jî. Bi doza xwe em nîşan didin ku karê şirketan ne ji bo destekkirina PKK'ê bû. Em nîşan didin ku kitêb û qeydiyên muzîkê rêzeke fereh a îfadeyên hunerî û naverokan dihewînin. Em wekî din nîşan didin ku ev kirina ku qubale hemû berheman dide ber xwe, eynî weke sansurkirineke çanda Kurdî ye. Ji wexta damezrandina xwe ve li dijî şirketan ji ber weşandina kitêbekê yan jî CD'ekê, weke nimûne ji ber binpêkirina Qanûna Komeleyan dozek nehatiye vekirin. Niha rabin, bi carekê weşanxaneyekê û şirketekê qedexe bikin tevî ku yek berheman wan jî neketiye ber dozeke hiqûqî, eşkere ye ku ev yek li dijî hiqûqê ye û nexasim jî bê nisbet e."
Qedexe beşek ji tepisandina Kurdan e
Ji bo qedexeyê terîf bike, ew dibêje, "Bê şik û guman, ev qedexe di nava wê rêza kirinên tepisandina Kurdan li Elmanyayê de ye. Ji bo me muhim e ku li dijî qedexeyê ne tenê bi rêyên hiqûqî têkoşîn hebe; lê belê her wiha muhim e ku encamên qedexeyê di raya giştî de bên minaqeşekirin û rexnekirin. Ji vê dozê serbixwe jî divê doza weşandina berhemên çandî bê kirin."
NAVENDA NÛÇEYAN