Şanoya ‘Sê Ezezok’ li Şemraxê bû

Nûçeyên Çand/Huner

În 18 Cotmeh 2024 - 00:58

Şaredariya Şemrexê di çarçoveya Festîvala Çand û Hunerê ya Jinan de ji bo zarokên navçeyê lîstika şanoyê ya “Sê Ezezok” da nîşandan. 

Festîvala Çand û Hunerê ya Jinan a bi hevkariya Şaredariya Navçeya Şemrexê û Sanatça Organîzasyon ve tê lidarxistin berdewam dike. Festîval bi çalakiyên cihêreng ên hunerî didome. Di çarçoveya festîvalê de ji bo zarokan lîstika şanoyê ya “Sê Ezozok” li Qada Cumhuriyetê hat pêşandan. Hevşaredara Şemrexê Kudret Uçuk û Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya jî bi zarokan re temaşeyî şanoyê kirin. Şanoyê zarokan kenand û kêfxweş kir. 

Wê festîval bi nîşandan û danasîna cil û bergên kurdî û konsera Koma Sorjiyan û stranbêj Ayfer Duzdaş bi dawî bibe. 

ŞEMRAX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.