Şaneyên veşartî zeft kirin
Çarşem 31 Tebax 2022 - 21:39
- Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî şaneyên DAIŞ`ê yên li kampa Holê daye destpêkirin, di roja 7`an de li beşa 7`an a kampê didome.
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî şaneyên DAIŞ`ê yên li kampa Holê daye destpêkirin, di roja 7`an de li beşa 7`an a kampê didome.
Di 25`ê Tebaxê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD, YPG/YPJ`ê li kampa Holê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê dan destpêkirin.
Piştî ku di 6 rojên destpêkê yên pêngavê de operasyonên paqijkirin û lêgerînê li beşên yekemîn, duyemîn û sêyemîn bi dawî bûn, pêngavê doh li beşa 7`an a kampê dewam kir.
Operasyonên lêgerînê berê sibehê saet di 05:00`an de dest pê kirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li penaberên beşa 7`an kir da ku konan vala bikin û berê xwe bidin navendên nûkirina sicîl û belgeyan.
5 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku wan doh 11 kes girtine, û 5 ji wan çeteyên şaneyên DAIŞ`ê ne. Lêpirsîna 6 kesên din ên gumanbar dewam dike.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê doh da xuyakirin ku wan 11 kes girtine ku 5 ji wan endamên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ne.
Di roja 7`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de doh jineke ku ji bo perwerdekirina zarokan li ser hişmendiya DAIŞ`ê hatibû erkdarkirin, hate girtin. Her wiha gelek pere û amûrên perwerdeyê yên ku di konê wê de hatibûn veşartin jî, hatin desteserkirin.
Çima ev pêngav ?
Ev pêngav piştî zêdebûna bûyerên tundiyê li kampa Holê û hemwextî gefên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêk tê.Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji destpêka îsal ve, şane û malbatên DAIŞ`î li kampa Holê 43 sûcên kuştinê pêk anîne, di encamê de 44 kesên li kampê hatine kuştin ku ji wan 14 jin û 2 zarok bûne.
Li kampa Holê 54 hezar û 390 kes hene, ji wan 27 hezar û 816 penaberên iraqî ne, 18 hezar û 483 penaberên sûrî ne, 8 hezar û 91 kes jî ji malbatên DAIŞ`î ne.
ANHA/HESEKÊ