Şaneşîna bexçeyê kaktusan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 31 Cotmeh 2023 - 00:29

XALID ETÊ / ANHA / QAMIŞLO

Ciwanê bi navê Cûdî Hesen, piştî ku karê xwe di dikana sererastkirina kumpîterên erebeyan de diqedîne, vedigere mala xwe ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê. Şaneşîna mala Cûdî, ji şaneşînên malên din ên bajêr cuda ye, ji ber ku bi sedan cureyên keskahiyê, bi taybet cureyên kaktus lê hene û hinek cure kêm peyda dibin. Cûdî  cureyên keskahiyê bi awayekî geomatîk û balkêş organize kiriye.

Cûdî Hesen têkildarî hezkirina xwe ya ji kaktusan re got:"Dema min li Humsê di Falkuteya Endezeya Petrolê de dixwend, min kaktusek biçûk û xweşik dît. Min jê hez kir û dest bi komkirina cureyên wê kir. Kaktus her tim kesk û xweşik e û kulîlkên wê bedew in."

Cûdî Hesen piştî kar deqedîne, piraniya wexta xwe li şaneşînê diborîne. Têkildarî berhevkirina keskahiyan di şaneşînê de got: "Tevî ez pir jê hez dikim lê gelek astengî hebûn. Ji wan astengiyan li mala me cihekî guncav ji bo keskahiyan tune ye, ji ber vê ez fikirim ku rêbazekî peyda bikim da ku şitilgeheke taybet di mala xwe de ava bikin. Bi demê re, min rêbazek peyda kir,  êdî bi rêya benikan qutîkên kulîlkan bi şaneşînê ve daliqînim."

Cûdî şaneşîna mala xwe kiriye mîna muzexaneya kaktusan û xeyal dike ku şitilgehekê veke:"Ji ber derfetên madî yên sînordar, ez nikarim vê xewnê bînim cih. Eger derfet hebûya min ê şitilgehek vebikira. Armanca min, avakirina projeyekê ji bo zêdekirina cureyan nebatan e."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.