Şandeyek ku ji Nûnertiya Mercîe ya Şîa ya Necefê, li navenda Şengalê li avahiya Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê ji aliyê nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hate pêşwazîkirin.
Şande bi Rêveberiya Xweser re civiya. Li gorî agahiyên hatin girtin, ev şande serdana wan deveran kiriye ku çeteyên DAÎŞ’ê êriş birine ser û jenosîd lê kirin.
Di vê çarçoveyê de cihên serdanê yên şandeyê Şengal û deverê gorên komî ne û di vê çarçoveyê de çavdêriyê li herêmê bike û agahiyên li ser herêmê bigire.
ANF/ŞENGAL