Şandeya Şengalê ya ku hefteyeke li Bexdayê bi rêxistin û partiyên siyasî re hevdîtin pêk anî bi nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Bexdayê re jî rûnişt.
Li ser geşedanên li Iraq û herêmê diqewimin, dîsa rêkevtina di navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê de, şandeyeke ji rûspî, serokeşîr û nûnerên şengalê pêk hatî, hefteyeke li Bexdayê rêzehevdîtin pêkanîn.
Hevdîtina heyetê bi endamê parlementoya Iraqê yê serbixwe Ahmed Medîlul el Şamerî re li meclîsê pêk hat.
Hate ragihandin ku bi Şamerî re li ser pêşîlêgirtina pirsgirêk û lîstokên li ser şengalê tên lîstin danûstandin hatiye kirin û Şamerî diyar kiriye ku li dijî peymana Hewlêr û Bexdayê ne û wê piştgiriya xwe ya ji bo Şengalê bidomînin.
Piştî wê şande çû serdana nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Bexdayê. Şande ji aliyê nûnerên NY’ê ve hate pêşwazî kirin û hevdîtin li çapemeniyê girtî pêk hat.
Şandeyê bûyerên dawî, plangerî û peymanên ji derve de li ser Şengalê tên ferzkirin bi nûnerên NY’ê re anîne ziman û helwesta xwe ragihandiye.
Çavkaniyên şandeyê dan zanîn şandeyê aniye ziman ku peymanên bi vî awayî ji derve de li ser Şengal û îradeya Şengalê tê ferzkirin qebûl nakin û çi peyman û plansaziyên ku îradeya gelê Şengalê ne di nav de be dê negihê encamê. Di hevdîtinê de aliyan hev guhdar kiriye û hevdîtin bi dawî bûye.
Bi vî awayî, şandeyê hevdîtinên xwe bi dawî kirin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ