Şandeya Dîplomasî ya Şengalê ya ji nûnerên PADÊ, TAJÊ û Encûmena Eşayîrî ya Şengalê, li Silêmaniyê ye. Şande derbarê rewşa Şengalê û gefên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê de li gel Komîsyona Alîkariya Iraqê ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê civiya.

Şandeya Dîplomasiya Şengalê destpêkê li Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê, li gel UNAMI civiya. Piştre jî serdana baregeha Yekgirûya Îslamî ya Kurdistanê kir.

Di derbarê naveroka civînan de Nûnerê PADÊ yê Silêmaniyê, Silêman Şengalî got; “Armanca şandeyê ew e ku deng û daxwazên Êzîdiyan ên li ser lihevkirina Hewlêr-Bexda ya li ser Şengalê û gefên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê, bigîne aliyên cuda.”

SILÊMANÎ