Şandeya Şengalê ya di çarçoveya helwest û nerazîbûnên li dijî peymana Bexda-Hewlêrê ya 9’ê Cotmehê hatibû ragihandin li Bexda dest bi hevdîtinan kiriye li gel Serokwezîrê Iraqê Mûstefa Kazimî re civiya û daxwazên xwe pêşkêş kirin.

Şandeya Şengalê ku ji nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) pêk tê, di çarçoveya nerazîbûnên li dijî peymana Bexda-Hewlêr hatibû îzmekirin li Bexda hevdîtinên xwe didomîne.
Şande pêr bi şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Haşim El Dawidî, wekîlê Ewlekariya Nîştimanî Hemîd El Şersirî û hinek rayedarên din yên Iraqê re hevdîtin kiribûn.

Piştî van hevdîtinan şande bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re civiya. Li gorî agahiyên hatin girtin, şandeyê daxwazên xwe ku ji 18 xalan pêk tên, pêşkêşî Kazimî kirin. Kazimî jî şande bi erênî pêşwazî kir û daxwaz guhdar kirin.

Kazimî diyar kir ku ew destûr nadin hêzên derve destwerdana pirsgirêka Şengalê bikin, pirsgirêk wê li gel xelkê Şengalê were çareserkirin.

ANF/BEXDA