Şandeyeke Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Iraqê çû serdana Şengalê.
Şandeya ji herêma Nînovayê berpirsiyar bi serokatiya Zuhîra El Tabûrî li Şengalê bû. Şande ji aliyê nûnerên Rêveberiya Xweser ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî agahiyan, naveroka civînê “Peymana Şengalê” ya di 9’ê Cotmehê de îmzekirî, bûyer û qewimînên dawî yên li herêma Şengalê bûne. Civîn li çapemeniyê girtî hat lidarxistin.
Şandeya bi serokatiya Zuhîra El Tabûrî piştî hevdîtina bi endamên Rêveberiya Xweser a Şengalê re, çû serdana Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî.
Endamên şandeyê li navenda Şengalê ji aliyê rêveberên TAJÊ ve hatin pêşwazîkirin.
ŞENGAL