Şandeya Mexmûrê hat girtin

În 16 Gulan 2025 - 03:15

Şandeya ku Meclîsa Gel a Mexmûrê ji bo çareserkirina pirsgirêkên nasname û ambargoyê şandibû Bexdayê, di rêya vegerê de hatin girtin. Filîz Bûdak, da zanîn ku 3 kes hatine girtin.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka nasname û ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) şandeyek ji Meclîsa Gel a Mexmûrê çûbûn Bexdayê.

Şande piştî  bi Wezareta Edaletê re hevdîtin kir û şûnde, li vegerê hate girtin.

Têkildarî mijarê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak ragihand ku, Meclîsa Mexmûrê ji bo li ser pirsgirêka nasname û ambargoya li ser gelê Mexmûrê daxwaz ji Wezareta Edaletê kiribû ku hevdîtinekê bikin. Li ser vê yekê jî Wezaretê bersiv da Meclîsê û anîbû ziman ku wê ti pirsgirêk dernekeve.

Filîz Bûdak, diyar kir ku Şandeya Meclîsa Mexmûrê piştî li gel Wezaretê Edaletê hevdîtin kiriye û şûnde li derketina Bexdayê hatiye dîlgirtin.

Filîz Bûdak, da zanîn ku 3 kes hatine girtin.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku 10’ê Nîsanê û vir ve hikûmeta Iraqê ambargoyeke daniye ser Mexmûrê rê nade kelûpelên avahîsazî û binesaziyê bikevin Mexmûrê, her wiha rê nade karker biçin Bexda û nasnameyên xelkê Mexmûrê bi salane nû nakin.

 ANF/NAVENDA NÛÇEYAN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.