Şandeya Îtalî hate astengkirin

Duşem 26 Gulan 2025 - 03:25

Şandeyek Îtalî ya ji bijîşk û kesayetên xêrxwaz pêktê, serdana Iraqê kirin, xwestin alîkariyê pêşkêşê penaberên Mexmûrê û Şengalê bike, ji aliyê hêzên Iraqê ve hate astengkirin.

Şande piştî li Mexmûrê hate astengkirin dema xwest derbasî Şengalê bibe jî ji Telaferê hatin vegerandin û li Mûsilê hatin ragirtin. Piştî hemû hewldanan şande ku derbasê Şengalê bû, li nahiya Sinûnê ji aliyê hêzên artêşa Iraqê ve hate astengkirin û têgotin, hatine vegerandin. Li gorî agahiyên Desteya Tendûristiyê ya Rêveberiya Xweser a Şengalê daye, şandeya Îtalî ya ji bijîşk û kesayetên xêrxwaz pêk tê, 2023’an jî serdana Şengalê kiribû û hinek projeyên tendûristî û cûda pêşxistibû. Desteya Tendûristiyê da zanîn, projeyên bijîşkan ji bo dabînkirina xizmetên tendûristiyê û hinek projeyên din kar dike, dixwest bi vê serdanê hem projeyên kevin çavdêrî bike, hem jî li gorî pêwîstiyan hinek projeyên nû pêşbixe. Lê ji ber astengiyên hêzên Iraqê nekarîne projeyên xwe yên nû li Şengalê pêşbixin. Hêjayî gotinê ye şandeya Îtalî ku bi alîkariyên tenduristî û perwerdehiyê alîkariya koçberan dike, di 18’ê Gulanê de jî xwest derbasî Wargeha Mexmûrê bibe, di ketina wargehê de artêşa Iraqê pêşiya wan girt û vegerandibûn.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.