Şandeya Îmraliyê hevdîtin bi Wezîrê Dadê re kir

Pêncşem 17 Tîrmeh 2025 - 03:15

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê hevdîtin bi Wezîrê Dadê re kir.

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku hevdîtin bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç re kir. Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol, endamên Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo çalakiyên siyasî yên cûrbecûr serdana xwe ya Enqerê kirin. Şandeyê yekem car li Wezareta Dadê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re civiya. Cîgirê Wezîrê Dadê Ramazan Can jî di civînê de amade bû.

Piştî hevdîtinê Pervîn Bûldan bal bir ser komisyona wê bê amadekirin û girîngiya wê her wiha got:"Me girîngiya birêvebirina vê pêvajoyê ya li ser bingehek yasayî diyar kir. Di vê wateyê de, ew hevdîtinek girîng û erênî bû."

Piştre Mîthat Sancar jî diyar kir ku hevdîtin baş derbas bûye û wî jî bal bir ser bingeha li ser pêşketineke hiqûqî û zagonî her wiha rola Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.