FÎRAS ÎBRAHÎM
ANHA/ŞEHBA

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê, Cibraîl Mistefa got, bûyerên revandina jinan bi destê dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî dewam dikin û zêde bûne. Wç û diyar kir ku revandina parêzer Necah Erûs sûcekî din e ku li sûcên wê yên dermirovî zêde bûye. Piştî gefên dewleta Tirk ên li dijî kantona Şehbayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev sûc zêde bûn.

Li gorî daneyên Nivîsgeha Jinan a saziyên civaka sivîl ên herêma Efrînê, dewleta Tirk a dagirker vê dawiyê gelek jin ji gund û navçeyên kantona dagirkirî revandin. Ji dema dagirkirina kantonê ve zêdetirî hezar jinî hatin revandin û zêdetirî 84 jinî hatin qetilkirin. Dagirkeran dest avêt 71 jinan. 

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, ji destpêka Cotmehê ve, hejmara jinên hatine revandin bû 14, di nav wan de 2 zarok jî hene. Her wiha jina ducanî Nîmet Behcet Şêxo hat kuştin, piştî ku ji navenda kantona Efrînê tevî hevjînê xwe hatin revandin.

Revandina parêzerê bi xwe sûc e

Li ser 23´yê Cotmehê revandina parêzer Necah Omer Erûs ji Racoyê, Cibraîl Mistefa got, “Dewleta Tirk bi revandina Necah hemû qanûnên navneteweyî binpê dike. Her wiha li ser asta cîhanê qanûna parêzeriyê binpê kir. Ji ber ku parêzer xwedî parêziyê ne û nabe werin girtin. Tenê dema sûcek kiribe, piştî girtina destûrê ji sendîkaya parêzeran û bi beşdarbûna nûnerên sendîkayê dikarin bên girtin.”

Cibraîl Mistefa diyar kir ku li gorî raporên rêxistinên navneteweyî, dewleta Tirk di nava 10 dewletan de ye ku herî zêde qanûnên navneteweyî û mafên mirovan binpê dikin.

Tola DAIŞ´ê ji Kurdan dihilîne

Cibraîl Mistefa wekî din got, sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi çavdêriya yekser a îstixbarata dewleta Tirk pêk tên û ew ji wan berpirsiyar e. Cibraîl Mistefa got, li gorî Peymana Laheyê ya sala 1907`an, divê dewleta Tirk bendên têkildarî parastina sivîlan û milkên wan, rêzgirtina ji dewletên cîran re pêk bîne. Lê dewleta Tirk wan qanûnan binpê dike. Cibraîl Mistefa wiha dewam kir: “Dewleta Tirk her çar lihevkirinên Cenevreyê binpê dike, nexasim lihevkirina çaran a taybet bi jiyana sivîlan û protokolên yekemîn û duyemîn ên sala 1977`an.”

Li gorî Cibraîl Mistefa dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo ku tola DAIŞ`ê hilînin, jinên Efrînê direvînin: “Kantona Efrînê ya dagirkirî ji çeteyên DAIŞ`ê re bûye stargeh. Gelek serçeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra û rêxistinên din ên terorîst, bûne rêveberên komên çete.”

Mistefa got, sûcên DAIŞ`ê yên li dijî jinên Êzidî yên li Şengalê mîna sûcên îstixbarata dewleta Tirk ên li dijî jinên kantona Efrînê ya dagirkirî me, tenê amûr, kes û nav cuda ne.