Şam nahêle tûp bikevin Şehbayê
Şemî 25 Sibat 2023 - 02:16
Ev bûn 5 meh ku hikûmeta Şamê nahêle tûpên gazê bikevin kantona Efrînê û Şehbayê. Li wir pêdiviya zêdetirî 200 hezar welatiyan bi van tûpan heye. Jixwe 3 hezar malbatên mexdûrê erdhejê ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî berê xwe dane Şehbayê.
2 mehan carekê 7 hezar tûp
Li gorî Rêveberiya Depoya Gazê ya kantonê, hikûmeta Şamê ji 29`ê Îlona 2022`yan ve nahêle tûpên gazê derbasî kantonê bibin.
Rêveberiyê da zanîn ku mehane pêdiviya welatiyan bi 35 hezar tûpên gazê heye, lê hikumeta Şamê û heta beriya girankirina dorpêça li ser kantona Efrîn û Şehbayê, tenê dihêle du mehan carekê 7 hezar tûp derbas bibin.
Ji neçarî plastîkan dişewitînin
Li hember vê rewşê, koçberên Efrînê yên di kamp û malên nîvwêranbûyî de, neçar dimînin ji bo çêkirina xwarinê, germkirina ava serşûştinê û şîrê zarokan, plastîkan bişewitînin û ev jî bi awayekî neyînî bandorê li jiyana wan dike.
Her wiha di 2 mehên bihurî de di encama şewitandina plastîk û bermahiyan de 2 şewatan li Kampa Serdem a li gundê Til Sûsin a navçeya Ehdasê rû da.
Dorpêça li ser kantonê, êşa koçberan zêde dike. Li kantona Şehba û Efrînê 5 kampên koçberên Efrînê hene; Kampa Berxwedan li navçeya Fafîn, Serdem û Efrîn li navçeya Ehdas, Şehba li navçeya Şera û Veger li navçeya Şêrawa.
ANHA/ŞEHBA