• Aldar Xelîl: Niha gelek herêmên Sûriyê dagirkirî ne, herêmên hatine dagirkirin jî herêmên herî giring û ji aliyê çandiniyê û berhemên binerd û sererd ve yên herî dewlemend ên Sûriyê ne. Xetera mezin dagirkerî ye.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl destnîşan kir ku bepirsiyariya parastina serweriya Sûriyê, dikeve ser milê hikûmeta Şamê ya ku îdîa dike ku ew hikûmeta vî welatî ye û di NY`yê de nûnertiya wî dike. 

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl beşdarî bernameya Rave, ya di Rojava TV bû.

Aldar Xelîl piştrast kir ku çareserkirina aloziya Sûriyê, ji bidawîkirina dagirkeriyê li herêmên Sûriyê dest pê dike û wiha peyivî: “Divê hikûmeta Şamê berpirsiyariyên xwe yên li hemberî parastina serweriya Sûriyê pêk bîne. Ne tenê ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve, ji beriya wê ve, ji 2011`an ve em her tim dibêjin, divê em ji bo aloziya Sûriyê çareseriyekê peyda bikin. Em xwedî proje ne. Ji roja destpêkê ve, me projeya xwe ji raya giştî û tevahiya cîhanê re ragihand. Em hewl didin ku Sûriyeyeke tê de biratiya gelan û neteweya demokratîk hebe, ava bikin. Sûriye ne ya pêkhateyekê tenê ye. Her kes bi vê dizane. Em heta niha vê projeya xwe dewam dikin.”

Dagirkerî hebe pirsgirêk çareser nabe

Aldar Xelîl wiha axaftina xwe dewam kir: “Di demên dawî de, ji dema ku Tirkiyê gelek herêmên Sûriyê wekî Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn, Serêkaniyê dagir kirine, dewleta Tirk a dagirker çeteyên xwe birine Idlibê û navçeyên wê, ew jî herêmên dagirkirî ne. Tirkiyê dest li pirsgirêkên Sûriyê jî werda, vê yekê hişt temenê aloziya Sûriyê dirêjtir bibe. Heger hikûmeta Şamê bi rastî dixwaze aloziya Sûriyê çareser bike, nîqaş û şêwr tenê têrê nakin. Bêguman ev şertekî sereke ye, lê bi wê tenê temam nabe, faktorekî din heye, ew jî rawestandina dagirkeriyê ye. Yanî dema ku welatê me tê dagirkirin, dê çi çareserî bi pêş bikevin?

Heger hikûmeta Şamê dibêje ez serokê Sûriyê me û di Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên navneteweyî de nûnertiya wê dike, divê serweriya Sûriyê jî biparêze.”

Şam dev ji navendîbûnê bernade

Têkildarî diyaloga di navbera hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser de Aldar Xelîl got, “Hin xal hene ku hîna me li ser li hev nekirine.

Xala ku niha divê em li ser li hev bikin, xetera li ser me hemûyan e, ji ber gefên dewleta Tirk serweriya Sûriyê jî di xeterê de ye.

Yek ji mijarên em li ser li hev nakin, ya navendîbûnê ye. Hikûmeta Şamê dev jê bernade, ji ber ku bawer dike, heger dev jê berde dê hukmê wê hilweşe. Ev xaleke giring e; heger li ser vê fikrê bimîne, wê demê naxwe ew yên derdora xwe wekî ku tine ne dihesibîne.

Mijara din jî ew e ku Sûriye ne tenê ya pêkhateyekê ye.”

Divê em li hev bikin

Aldar Xelîl behsa meseleyê û dîtina aliyê xwe jî kir û got, “Divê ev welat di bin navê Sûriyeya demokratîk de be û ji bo her gelê lê ser axa wê be, ma çi zerara wê heye? Zerar ew e ku yê li ser hukm û bi salane xêr û bêrên vî welatî talan dike, ditirise ku desthilata xwe ji dest bide. Bêguman di van mijaran de em nikarin li hev bikin. Lê belê, mijara giring ew e ku ruxmî her tiştî divê niha em li hev bikin, ji ber ku xeter li ser me hemuyan heye. Ji lewra, em niha dikarin di nav xwe de li hev bikin ku xeter li ser me tevan heye. Ev xeter gefê li serweriya Sûriyê û nasnameya Sûriyê çêdike.

Niha gelek herêmên Sûriyê dagirkirî ne, herêmên hatine dagirkirin jî herêmên herî giring û ji aliyê çandiniyê û berhemên binerd û sererd ve yên herî dewlemend ên Sûriyê ne. Ji lewra, wekî bajarên xwedî stratejiyeke giring tên hesibandin, ji ber ku li ser sînorên bi Tirkiyê re ne.

Ji lewra, çiqasî bêyî dilê hikûmeta Şamê be jî bala xwe didinê ku çare tine ye, gelo wê bê helwêst bin? Û dê ji gelê xwe re bêjin, baş e bila Tirkiye wek berê erdê me dagir bike?"

Lihevkirineke leşkerî çêbûye

Ji berdevkên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Aram Hinna di hevpeyvînekê de ji ajansa Sputnik re got, “Li gorî pêngavên meydanî û pêwîstiya me bi çek û topên kalîte, tank û wesayitên zirxî hebû ji bo xurtkirina karînînên me yên berevaniyê li dirêjahiya rojavayê herêmên me yên li eniya Eyn Îsa û Kobanî li gundewarên Reqa û Helebê; hikûmeta Sûriyê razî bû ku wan bişîne. Ev hêz dê piştgiriya pozîsyona me ya berevaniyê bike, bi awayekî ku garantiya rawestandina artêşa Tirkiyê û çeteyên wê yên terorîst bike û rê li ber dagirkirina herêmên nû bigire.

Lihevkirina ku di vê demên dawî de pêk hatiye, di çarçoveya leşkerî de ye, bi taybetî ji bo parastina yekkerebûna axa Sûriyê ye û ji bo rûbirûbûna êrişeke muhtemel a artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ye.

Hêzên me hîna li cihên xwe yê berê ne û pabendî têgihîştinên berê yên peywendîdar in, lê hevalên me ji Til Rifat û Minbicê û ji her cihê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne dûr in. Em li hember dagîrkeriyê û hevalbendên wê, dest ji vê xakê bernadin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN