Destpêka nivîsa mucered dibe ku ji ya heta îro dihat texmînkirin, bi gelekî û wêde biçe. Lewma bi alîkariya lêkolerekî “amator” Ben Bacon niha nirxandineke nû ya resmandinên li ser dîwarên şikeftên li Ewrûpayê, nexasim jî şikefta Lascaux ya li başûrrojhilatê Fransayê, nîşan didin ku beriya bi qederê 20 hezar salan jî mirovan nîşanên mucered, yên abstrakt ji bo ragihandina agahiyan bi kar anîne.
Lêkolerê ku bûye alîkar ev tişt bê kifşkirin li Londonê dimîne. Û di analîza li ser xîşk, xal û şikla dişibe tîpa “Y” de ew bi roleke diyarker rabûye. Ev analîz di Cambridge Archaeological Journal de sêşemê hat weşandin û di gorî wê, ev xîşk, xal û Y rêbazeke ragihandinê ne. Yanî ew şiklekî destpêkê yê nivîsê ne.
Ji bo vê analîzê lêkoleran berê xwe da bêhtirî 600 resmên Serdema Qeşa ya dawî ya li Ewrûpayê. Lêkoler gihiştin wê qenaetê ku ev xîşk, xal û Y yên ku yekser têkildarî wêneyên xêzkirî yên heywanan bûn, nîşanên hejmarên salnameyeke li gorî heyvê bûne û alîkarbûne ji bo ragihandina agahiyên li ser avisbûn û çêlîkanîna sewalên nêçîrê.
Ben Bacon ê ku bi saetan li wêneyan nihêriye, tê derdixe ku tîpa Y dibe ku nîşana çêlîkanînê be. Piştre jî ew bi profesorên ji Zanîngeha Durham û Zanîngeha Londonê re xebitî. Heta niha arkeologan bawer dikir ku ev xîşk, xal û Y manedar in, lê nezanîn ka maneya wan çi ye.
Arkeologê ji Zanîngeha Durhamê, Paul Pettitt dibêje, encamên lêkolînê “Nîşan didin ku nêçîrvan û berhevkerên serdema qeşayê, mirovên pêşî bûn ku sîstemeke salnameyê bi kar anîne û nîşan bi kar anîne ji bo tomarkirina bûyerên mezin ên ekolojîk di nava vê salnameyê de.”
NAVENDA NÛÇEYAN