Salman Ruşdî li ser twîtterê dîsa çalak bû

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 8 Kanûn 2022 - 04:59

Nivîskar Salman Ruşdî piştî 4 mehan li ser twîtterê çalak bû û beşek ji pirtûka xwe ya nû ya bi navê “Victoriy City” (Bajarê Serketinê) parve kir. 

Nevê beşa hatiye parvekirin “A sackful of Seed” e yanî tûrikek bizir. Nivîskar Salman Ruşdî jî beşa ku ji hêla kovara “New Yorker” li ser înternetê hat belavkirin, li ser hesabê xwe yê tiwitterê parve kir. Salman Ruşdî di romana xwe ya nû de ku dê ji hêla “Penguin Random Housese” ve were çapkirin serpêhatiya jineke Hindistanî ya di sedsala 14’an de vedibêje.

Salman Ruşdî di peyama xwe ya dawî ya twitterê de gotibû, pirtûka wî ya nû ya bi navê “Victoriy City” (Bajarê Serketinê) dê di sala 2023’yan de derkeve û piştî vê parvekirinê tiştekî nû li ser hesabê xwe parve nekiribû.

Salman Ruşdî di 12’ê Tebaxa 2022’an de dema beşdarî konferansekê bû, rastî êrişekê hatibû. Piştî li New Yorkê ji hêla Hadî Matar ê Lubnanî ve hat kêrkirin bêdeng mabû. Salman Ruşdî di êrişê de çavekî xwe ji dest dabû û destekî xwe jî nikare bi kar bîne.

Salman Ruşdî piştî pirtûka xwe ya bi navê “Ayetên Şeytên” nivîsandibû, di sala 1988’an de ji hêla Xumeynî ve bi mirinê hatibû tehdîtkirin û fitûya mirina wî hatibû dayîn. Salman Ruşdî ji ber vê yekê bi salan xwe veşart da ku neyê kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.