Salih Kaya kiras guhert

Duşem 26 Çiriy 2020 - 16:42

  • Welatperwerê Kurdistanê Salih Kaya 24ʼê Cotmeha 2020an ê li bajarê Cellê yê Elmanyayê dima, kiras guhert.

Welatperwerê Kurdistanê Salih Kaya 24ʼê Cotmeha 2020an ê li bajarê Cellê yê Elmanyayê dima kiras guhert. Kaya ji ber şewba Koronayê destpêka meha Îlonê ketibû nexweşxaneyê û tevî hewldanan hemûyan rizgar nebû û can da. Salih zewicandî û bavê 7 zarokan bû. Xebatkarê doza azadiya Kurdistanê bû. Sala 1954ʼan li gundê Meleqacelê yê navçeya Wêranşarê yê Rihayê weke Kurdekî Êzîdî hate dinê. Cara ewil 1979 û paşê 1985an li Elmanyayê bi cih bû. Ji roja gihişt Elmanyayê heta roja kiras guhert her tim di nava xebatê de cih girt. Di heman demê de endamê Meclîsa Gel a Cellê bû. Ji bo tifaqa Êzîdiyan û yekîtiya neteweyî her tim li ser kar bû.
Bi sedema kirasguhertina wî Konfederasyona Civakên Kurdistanîyên li Elmanyayê KON-MEDʼê peyameke sersaxiyê weşand, di serî de malbata wî û civaka Êzîdî, serxweşiya gelê Kurd hemûyî xwest. KON-MED di peyama xwe ya sersaxiyê de xemgîniya xwe tîne ziman û dibêje, hevalê Salih civakî bû û her kesê wî nas dikir pir jê hez dikirin; hevalê hevalê xwe bû û çiraya nava civakê bû.

CELLE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.