Yek ji taybetmendiyên ku parêzgeha Helebce û devera Hewraman pê tên naskirin baxên hinaran e. Salane cotkar û baxvanên deverê zêdetir zeviyên xwe dikin hinar. Ji ber girîngîdayîna bi berhemê hinar, salane zêdetirî 30 hezar ton hinar ji nav baxên parêzgeha Helebce tê bidestxistin. Ev hinar li bazarên Herêma Kurdistan û derveyî Herêma Kurdistanê tên firotin. Cotyarê bi navê Enwer Hisên, li gundê Kulkinî ya ser bi Helebce salane bi hezaran şitlên hinaran amade dike. Niha ku dema kezaxtina darên hinaran e, di heman demê de dema amadekirina şitlên hinaran e jî. Enwer Hisên dest bi amadekirina şitlên hinaran kiriye da ku heta Biharê şîn bibin û wan bi firoşe cotkaran. Enwer Hisên behsa karê xwe û çawaniya çêkirina şitlên hinaran kir û got: “Bi kezaxtina baxên hinaran re, em şitlan amade dikin. Parçeyên ku di dema kezaxtinê de em jê dikin, careke din ji bo şitil bikar tînin.
Ji bo çêkirina şitlan pêwîstî bi şarezabûnek baş heye. Divê dirêjiya wê 20 santîm be, serek yê dar em dibirin ji bo zû reyan bide. Serê din jî nabe bê birrîn. Piştre em di nav kîs de bicih dikin û heta salekê xizmetê jê re dikin heta bi ciwanî çêdibe. Piştre jî em didin xwediyê baxan û diçînin.”
Enwer Hisên got ku ew hinek şitlan difiroşe hinekan jî ji bo xwe bikartîne. Enwer diyarkir ev sê salin vî karî dike û got, axa ku ji bo şitlan tê bikaranîn divê gelek hûr be, nabe axên din bê bikaranîn, ji ber ku wê şitil xira bibe.
Enwer Hisên gazind ji hikûmetê kir ku alîkariya cotkar û baxevanan nake û got:“Tevî ku gelek giring e berhemê xwemalî were pêşxistin, lê hikûmet ne derman dide ne jî ti alîkariyek din dide. Tam û rengê di berhemê xwemalî de heye, di berhemên derve de nîne.” Di dawiyê de jî Enwer Hisên diyarkir par wî 5 hezar şitlên hinaran amadekiribû, îsal jî dixwaze 8 ta 9 hezar şitlan amade bike. Enwer got, piraniya şitlan li gundê xwe firotiye û beşek jî li Hewlêr û deverên din firotiye.
ROJNEWS/HELEBCE