Sala nû ya perwerdeyê

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 8 Îlon 2023 - 00:30

EHMED EL ESAF / ANHA / REQA

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala nû ya perwerde û fêrbûnê destpê dike. îsal wê zêdetirî 800 hezar xwendekar perwerde bibînin.

Desteya Perwerde û Fêrkirina hewl dide rewşa perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêş bixe, pergalên xwendinê yên nûjen ku layiqê xwendekarên herêmê ye pêk bîne. Di civîna salê de Desteya Perwerdê û Fêrkirinê gelek biryar hatin girtin ku wê bibin bingeha pêşxistina qada  perwerdeyê.

Rêbazên nûjen tên pêşxistin

Der barê pîlan û xebatên desteyê cîgirê hevserokatiya Desteya Perwerdê û Fêrkirinê Azad Berazî axivî û wiha got: "Planên xebata sala bê, piştî nirxandina xebata perwerdê ji tevahî aliyên perwerdê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatin kirin, hatin danîn." Berazî li ser encamnameyên civînê axivî û got wê ew yek xebata perwerdê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêş bixin, girîngiyê bidin pêdiviyên xwendekar û pergala perwerdê. Kapasîteya pîşeyê yên kadroyên perwerdê û mamosteyan bilind bikin, pergala şopandin û nirxandina dibistanan bi hevkariya aliyên têkildar werin danîn, pergala nûjen a hilbijartina mamosteyên di perwerdê û xwendinê de pispor in werin danîn, rêbazên perwerdeya nûjen ên xwe dispêrin çalakî û lêgerînê werin pêkanîn, rêbazên perwerdeya nûjen werin peydakirin û qanûna perwerde û fêrkirinê werin danîn.

Pirsgirêk hatin derbas kirin

Li gorî Desteya Perwerdê û Fêrkirinê, hejmara xwendekarên li dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû qonaxên perwerdê de qeyd kirine 863 hezar û 388 e. Hejmara mamosteyan 43 hezar û 99 mamoste ne û li 4 hezar û 130 dibistanî belav in. 379 dibistan îsal hatin sererastkirin û ketin xizmetê. Li ser pergala nirxandinê Berazî wiha domand: "Ew pergaleke nû ye. Ne pêkan e tu pergal bi awayekî yekser li sektora perwerdê were pêkanîn. Hin pirsgirêk hebûn, hatin derbaskirin û di çarçoveya qonaxên xwendinê de xebat li ser pergalê tê kirin." Azad Berazî wiha dawî li gotina xwe anî: "Em hewl didin xwendin mecbûrî be û hewldanên me yên pêşxistina perwerdê her tim hene. Em hewl didin xwe ji perwerdeya elektronîk nêz bikin û nivîsgehên elektronîk di tevahî dibistanan de peyda bikin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.