Asayîşa Êzidxanê karên xwe yên salekê nirxand û têkildarî sala nû hate gotin:"Di civînê de rewşa perwerdeyê, mezinkirina asayîşa Êzidxanê, vekirina beşên nû, operasyonên li dijî torên sûc, rewşa ewlekariya hundirîn, êrîşên hewayî û bejahî û gelek mijarên din hatin nirxandin. Her wiha plansazî û hedefên sala nû ya xebatê hate derxistin. Di daxuyaniyê de hate gotin, asayîşa Êzidxanê plansaziyên konferansa asayîşê di sala 2023’an de derxistibû, piranî bicîh aniye û ji bo profesyonelkirina xebatên asayîşê jî wê di sala 2024’an de bernameyeke bihêz deyne pêş xwe. 

Li ser êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li herêmê bi destê sîxuran ‘Dijminên Kokê’ pêk hatine jî Asayîşa Êzidxanê got:“Di sala 2023’yan de gelek êrişên hewayî û cûrbecûr li qada me pêk hatine, hemû êrişên ku pêk hatine ji aliyê Asayîşa Êzîdxanê ve hatine lêkolînkirin û tomarkirin. Bi giştî di salê de 7 êrişên bi balafirên bêmirov pêkhatine û di encamê de 9 kes şehîd bûne. Her wiha êrişeke sûîkastê jî çêbûye û di encamê de kesek şehîd bûye.” Asayîşa Êzidxanê di çarçoveya Akademiyên Şehîd Şerzad, Şehîd Şengal û Şehîd Selam yên pisporî û endamên nû de, bi giştî 17 dewre vekirine û 278 endamên asayîşê di perwerdeyê re derbaskirine. Di nava salê de 9 beş ji bo mezinkirina xebatên asayîşê hatine avakirin û beşên ragihandin, arşîv, çavdêrî û akademiyan di nava salê de dest bi xebatên xwe kirine. Asayîşa Êzdixanê wê bi şerê taybet yên dixwazin li Şengalê bimeşînin re têbikoşe, li dijî yên ‘xwefiroş, sîxûran’ jî xebatên xwe mezin bike. Dîsa wê xebatên vekirina beşa li dijî tawanan, beşa ewlekariyê, dîwana asayîşê, asayişa Jin a Êzidxanê weke çend hedefên nû ya di vê di salê de bi cih bîne, bide pêşiya xwe.”

Divê Iraq û herkes me nas bike

Xelkê Xanesorê jî, banga naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê li Iraqê û herkesê dikin. Hecî Xelef banga naskirina Rêveberiya Xweser li Iraqê kir û got: “Pêwîste Iraq û herkes heq û hiqûqa me nas bike û Rêveberiya Xweser a Şengalê qebûl bike.” Hesen Qasim ê ev demeke dirêje vegeriyaye Şengalê jî diyar kir:“Dema ez piştî fermanê vegeriyam Şengalê ji derveyî gerîlayan ti kes li Xanesorê nebû. Ji wê demê ve li vir dijîm. Şikûr heya niha ti pirsgirêkek çênebûye.” Hesen Qasim jî banga naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê kir:“Em dixwazin Rêveberiya me ya Xweser ne tenê ji aliyê dewletan ve ji aliyê herkesê ve were qebûlkirin. Şengal xwedî asayîş û hêza YBŞ û YJŞ’ê ye û tê rêvebirin, ji bo vê divê were naskirin.”

ROJNEWS/ŞENGAL