Şahiya me peyameke ji bo êrişkaran!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 24 Cotmeh 2023 - 00:25

Mihrîcana Şehîd Bawer Agir a çand, huner û werzîşê ya 4’an li Meydana Şehîd a li bajarê Kobanê pêk hat. Mihrîcan ji bo rojekê tenê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ve hat organîzekirin. Diviyabû mihrîcan di 11ê Cotmehê de hatiba lidarxistin û 2 rojan dewam kiriba. Lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker hat bipaşvexistin.

Di mihrîcanê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê –Herêma Firatê, Mihemed Mehmûd axivî, qala şehîd Bawer û têkoşîna wî ya gihandina gelên herêmê ber bi aramiyê ve kir.

Em neviyên fikr û felsefeya Ocalan in

Mehmûd soza şopandina xeta şehîdan da û got: "Em ê bi îrade û israra xwe li hemberî êriş û planên dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Şahiya me ya îro peyamek e ji bo êrişkaran, ew dibêje, em di rêya azadiyê de dewam dikin û em ji ti kesî natirsin. Ev neviyên fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in."

Mihemed Mehmûd banga tevlîbûna pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Piştre koma Botan a ser bi Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya Kobanê stan gotin û Koma Şîlan jî govend gerandin. Her wiha pêşbirka kişkê, maratona bisiklêtan û lîstikeke futbolê hatin organîzekirin.

Bawer Agir (Ehmed Akyoz) 13ê Cotmeha 2019an di encama bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker de li gundê Hiwêcê yê Girê Spî şehîd bûbû.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.